Li rojnamevan Hatîce Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn 2022-09-19 11:42:11   AMED - Li rojnamevan Hatîca Şahîn a ji ber şopandina xebatên KCD’ê bi “endamtiya rêxistinê” dihate sûcdar kirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.    Danişîna biryarê ya doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê rojnamevan Hatîce Şahîn a xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şopandin de hatiye vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Şahîn tev li nebûyî de parêzer Resûl Temûr amade bû.    Dozgeriyê beyanên şahidên nepen ên bi navê Ezel û Fîrar, endamtiya wê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatiye girtin û agahiyên di dema aktîvîteyên KCD’ê yên çûna wê ya bi balafirê nirxandin û îdia kir ku Şahîn sûcê endamtiya rêxistinê kiriye û xwest bi cezayê hefsê bê cezakirin.    Parêzerê Şahîn Resûl Temûr diyar kir ku dosya ji dosyayeke ku tu eleqeya muwekîla wê bi îfadeyên şahidên nepen ên bi navê Fîrar û Ezel re nîne hatiye binçavkirin û belgeyên ku tê îdîakirin ji destnivîs û belgeyên tê îdîakirin pêk tên di dosyayê de cih digirin. Temûr, biryarên Dadgeha Temyîzê ya der bareyê neşandina îfadeyên şahidên nepen ên ji bo tevahî dosyayê pêşkêşî dadgehê kir xwest ku îfadeyên şahidên nepen bi tevahî li ser dosyayê bên bicihkirin. Temûr, biryarên Dadgeha Temyîzê ya der barê neşandina îfadeyên şahidên nepen ên ji bo tevahî dosyayê pêşkêşî dadgehê kir xwest ku îfadeyên şahidên nepen bi tevahî li dosyayê bên zêdekirin.   Temûr, da zanîn ku serdegirtina cihê kar a muwekîla wî weke operasyoneke bi ser mala wê de girtine hatiye nîşandan û wiha got: “Tê îdiakirin ku muwekîla min, xebatên KCD’ê bi rê ve birine. Derbarê kesên ku xebatên rêveberî meşandine û di nava KCD’ê de koordîne kirine de talîmata cezakirinê hatiye girtin. Ev hemû ji bo muwekîla min derewên duyemîn in. Beyanên şahidên hewl dan bi van bên şênberkirin. Ev nehatin gelhev. Beyanên şahidên veşartî tena serê xwe man.”   Temûr, xwest hisûsên diyar kirine berçav bên girtin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt danişînê biryara xwe aşkere kir û li Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.