Leyla Guven: Serdest ji miriyan çi dixwazin? 2022-09-19 12:16:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku têkildarî nêzîkatiya cenazeyan a desthilatan ji dîrokê heta îro nivîsek nivîsand, wiha got: “Kesên ku zarokên we di qûtiyekê an jî kîsekê de bi cih kirin wê teqez li pêşberî dîrokê hesabê bidin.”   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, piştî ku hestiyên Hakan Arslan piştî 7 salan di kîsekî de dan bavê wî, li ser nêzîkatiya desthilatan a cenazeyan nivîsek nivîsî. Nivîsa Guven a di beşa ji pênûsa jinan de hatiye weşandin wiha ye:    “Ji Hallaci Mansûr heta Manî, ji Hygîeîa heta Şêx Seîd û Seyît Riza, gelo serdest ji mirî an jî cenazeyan çi dixwazin?   Ji roja pergala serdestiyê hatiye avakirin heta niha şer, pevçûn her tim hebûn. Demên ku hêj hiqûq tunebû civakan xwe bi rêbazên exlaqê bi rê ve dibirin. Di qanûnên wê demê de ku heta îro didome rêbazek nêzîkatiya li hember mirî an jî cenazeyan bû. Mînak di şer û pevçûnên di navbera welatan de cenaze dihatin radestkirin û li gorî wecîbeyên olî dihatin definkirin. Yanî exlaqeqî pevçûn û şeran hebû. Piştî sedsalên derbas bûye tevî rêbazên rêzê ya li hember miriyan, li vî welatî 50 sal e li hember miriyên kurdan êrîşên mezin hatine kirin û bêrêzdarî tê nîşandan.   Di salên 90’î de bernameya Anadoludan Gorunum a di qenala dewletê de dîmenên ciwanên kurd yên ku ji aliyê leşkeran ve serî û organên wan hatine jêkirin nîşan dida. Piştî salên din cenazeyen kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didan, nedidan malbatê û li goristanên bêkesan dihatin definkirin. Wek cenazeyê Cemîle Çagirga gelek caran êrîşê girseya ku cenaze hildigirtin, dikirin û cenaze ya li erdê diket yan jî wek cenazeyê dayika Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk ji aliyê faşîstan ve dihat revandin. An jî êrîşî goristanan dikirin.   Dayikan bi rondikên çavan hestiyên zarokên xwe kom dikirin an jî pêşengên gelê kurd Şêx Seîd û Seyîd Riza cihên lê hatibûn definkirin ji malbat û civakê hatin veşartin. Yanî bi kurtasî li vî welatî nêzîkatiya li hember cenaze û miriyan her tim di asta hovîtiyê de bûye.    ‘SEKNEKE HÊJAYÎ EGÎD NÎŞANÎ WAN DA’   Em sala 2022’an a sedsala 21’ê de ne. Dîsa bajarê kurd Amed. Hestiyên di tilîsekê de, aydê ciwanekî kurd. Bavekî kurd yê kedkar tilîs di hembêza xwe de dibe. 7 salan ji bo cenazeyê zarokê xwe bigire hewl da. Ji ber cenazeyê kurê wî li goristana bêkesan hatibû definkirin. Niha jî ev hestî ji gorê derxistibûn û dabûn bavê wî Alî Riza. Ev rewşa dijexlaqî bi dayika Xalîse dest pê kiribû. Lê geriyabûn û gotibûn ‘werin koliya we heye’. Dayika Xalîse diçe Edliyeya Amedê û paketekê didin wê. Di pakêtê de hestiyên kurê wê ku bi zor û zehmetiyek giran mezin kiribû, hestiyên kurê wê Egîd hebûn. Dayika Xalîse diyar dike ku ewil pir xemgîn bûye pişt re hatiye ser hemdê xwe û wiha got: 'Yên ev bi min kirin xwestin moralê min xera bikin. Lê min ev kêf bi wan neda jiyîn. Min kutî girt hembêza xwe ez serbilind çûm mala xwe min rondikên xwe nîşanê wan neda. Min seknek hêjayî Egîdê xwe nîşanî wan da.”   GELO EVQAS JI MIROVAHIYÊ DERKETIN   Alî Riza jî heman hestan dijî. Hîn dibe ku hestiyên kurê wî 5 roje li odeya dozger e. Dozger jî muhtemelen her roj li wê odê xebatên xwe meşandiye, belku li hember wan hestiyan xwarin xwar, çay vexwar, axivî û keniya... Êvarê jî çû mala xwe. Gelo çawa li ruyê zarokên xwe û malbata xwe mêze kir. Gelo evqas ji mirovahiyê derketin? Ez nabêjim! Ji ber ev qet nebûne mirov. Em di şexsê Dayikên Aştiyê û Şemiyê de tenê Dayika Berfo bi rehmet bi bîr bînin têr dike. Dayika Berfo 30 salan xaniyê xwe neguhert. Heta boyax nekir. Digot kurê min bê wê malê nebîne. Bêguman Dayika Berfo dizanibû kurê wê jiyana xwe ji dest daye. Lê kezeba wê ev qebûl nedikir. Digot ‘qe nebe ez hestiyên wî bibînim, biçim ser gora wî bigirîm.’Gelo ev welatekî çawaye ku; em bi rewşeke wisa trajîk ku dê û bav di pakêtan de li hestiyên zarokên xwe digirin.    DÎROK WÊ KESÊN LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG MANE JÎ BINIVÎSE   Vê civaka ku hêj hovîtiya Kenan Evren ji ser xwe navêtibû, bi hovîtiya Erdogan û Bahçelî re rû bi rû ma. Em dizanin ku ev rêbazên dijhiqûqî pêkanînên wezîrê karê hundir in. Dît ku ji malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê encamê nagire serî li van rêbazên nû da. Armanca wan gelê kurd demoralîze bike bêçare bihêle. Lê gelê me dîsa xwedî li miriyên xwe derket û bi tilîliyan oxir kirin.   Dîrok wê kesên ku vê zilma li gelê me dike ji bîr neke. Dayika Xalîse, bavê Alî Riza yên li dijî zilmê li ber xwe dane wê binivîse. Dîrok wê di heman demê de kesên li dijî zilma li gelê kurd, dê û bavan hatiye kirin, bêdeng mane jî binivîse.   Pir ne em li 30 sal berê binêrin; Hûn ê bibînin ku kesên li hember zilm û zexta li hember kurdan bêdeng mane bi heman tiştî re rûbirû dibin. Lê me her tim got. Wek gotina Sirri Sureya Onder ‘Hun ê ermenan nedin lêdan’. Belê îro kêm be jî em îtîrazan dibînin. Lê îtîraza muxalefetê ya di vê mijarê de tirsnak e. Feraseta ‘Ger tiştek bi kurdan bê kirin sedemek wê heye dewlet tiştekî dizane’ heye. Wisaye ya kurd bê îman, terorîst, ermenî û zerduş in. Yekane mijara ku muxalefet û desthilatdar lê hevpar dibe ev pêkanînin.    CÎHAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE LI DIJÎ VÊ HOVITIYÊ BÊDENG E   Xuyaye ne desthilatê ne jî muxalefetê gelê kurd ê bi hezaran salane pê re dijîn nas nekirine. Ji ber gelê kurd têk nebiriye ji rê derketine, çavsor bûne. Ji ber vê jî rêbazên dijhiqûqî xistine dewrê. Bi pakêta kargoyê cenazeyan dişîne. Gelo ev çawa dikare bê îfadekirin? Hovîtiya Israîl li hember Filîstînê dike Tirkiye jî li hember kurdan dike. Her du mînak jî berhama heman zîhniyetê ne. Ya balkêş jî ew e ku cîhan ji bo berjewendiyên xwe li dijî vê hovîtiyê bêdeng e.   HEWL DIDIN BI RÊBAZÊN ŞERÊ PSÎKOLOJÎK ENCAMÊ BIGIRIN   Gelê me di têkoşîna rewa û mafdar de bi her cureyê êşê re rûbirû bûye. Lê vî gelî êşên xwe veguhertine hêzê, helwesteke ku nirxên gerdûnî li pêş xwe danîne, nîşan dane. Ji ber vê jî yên welat bi rêve dibin divê ne li  benda encamên cuda bibin.    AKP-MHP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd goristanan bombebaran dikin, cenazeyan bi kargoyê dişînin. Bi rêbazên şerê psîkolojîk hewl didin encamê bigirin. Ev rêbaz hewldanên vala ne. Wê gelê me di her şertî de xwedî li zarokên xwe derkevin. Em ê her tim rêberê xwe bi rêzdarî bibîr bînin lê gelo hunê xwedî li darbekarên xwe derkevin?   TU KED VALA NAÇE   Dayika Xalîse û bav Alî Riza yên fedakar; Em vê zilm û êşa ku bi we hatiye kişandin efû nakin! Hun kezeba xwe ya şewitî rehet bihêlin. Wê kesên ku zarokên we kirin qutiyan hesaba wê li pêşberî dîrokê bidin. Em girtiyên siyasî êşa we ji dil parve dikin, li hember sekna we rêzdar in. Tu ked vala naçe. Azadiya gelê me nêz e.”