Ferît Şenyaşar: Dozger li şûna dozê vekin tên malbata me lêkolîn dikin 2022-09-19 12:19:21   RIHA - Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de axivî û diyar kir ku dozger li şûna ku derheqê komkujiya li nexweşxaneyê de dozê vekin, derheqê malbata wan de lêkolînan dikin.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 560’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Her wiha malbatê pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” bi blokên beton ve hilayîst.   ‘DAWÎ LI VÊ ŞERMÊ BÎNIN’   Ferît Şenyaşar têkildarî Nobeta Edaletê axivî û wiha got: “Li wê derê komkujî û sûcekî li dijî mirovahiyê heye. Biryara nepeniyê ya li ser dosyaya komkujiya çar sal berê hatiye kirin hêj berdewam dike. Piştî komkujiyê, 4 dozger hatin peywirdarkirin û tevahiya rabûrdiya me lêkolîn kirin. Qeydên telefonên me hatin lêkolînkirin lê nekarîn têkiliya me bi rêxistinekê girê bidin. Ev bû 560 roj em li pêşiya edliyeyê ne lê dozger li şûna ku derheqê komkujiya li nexweşxaneyê de dozê vekin, hewl didin têkildarî malbata me hinek têkiliyan derxînin. Ev hewldaneke vala ye û dev jê berdin. Dosyaya nexweşxsaneyê vekin. Tu eleqeya me bi partiyeke siyasî yan jî rêxistinekê re nîne. Tekane daxwaza me ew e ku ev bêhiqûqiya heyî bi dawî bibe û edalet bi cih bê. Faîl diyar in û bila edalet pêk bê. Ev, şerma Tirkiyeyê ye. Divê di zûtirin demê de dawî li vê eybê bînin.”    Her wiha malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî ev peyam parve kir: “Nobeta me ya edaletê di roja 560’an de berdewam dike. Daxwaza me ew nîne ku destwerdanê li darazê bikin; em berevajî vê dixwazin. Dozgeran berdin.”