Peywira parastinê ya parêzer Uçar hat qedexekirin 2022-09-19 16:18:44   STENBOL - Parêzer Sezîn Uçar dixwest bi kesên tê îdiakirin li dijî wesayîta gardiyanan êrişa bombeyî pêk anîne û niha di bin çavan de tên ragirtin, hevdîtinê bike. Lê belê dadgeriyê bi hinceta dozên derheqê parêzer Uçar de, biryar da ku heta salekê nekare bi binçavkiriyan re hevdîtinê bike.    Di 20’ê nîsanê de li Bursayê li dijî wesayîta gardiyanan êrişeke bombeyî hat kirin û di êrişê gardiyenek hatibû kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê piştî êrişê lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de Dîlek Arsu, Seda Baykan û Mehmet Mûstafa Uzkar di 17’ê îlonê de ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ve hatibûn binçavkirin.   MAFÊ PARASTINÊ HAT ASTENGKIRIN   Hat îdiakirin ku kesên tê îdiakirin êriş pêk anîne endamên Patiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) in. Parêzer Uçar xwest bi miwekîlên xwe yên li Midûriyeta Emniyetê ya Bursayê tên ragirtin re hevdîtinê bike. Lê belê 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Bursayê bi biryarekê nehişt ku Uçar bi binçavkiriyan re hevdîtinê bike. Dadgeriyê dozên derheqê Uçar de ku li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê û 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê didomin, weke hincet nîşan da. Dadgeriyê her wiha biryar da ku Uçar nekare heta salekê bi binçavkiriyan re hevdîtinê bike.