Cenazeyê Bariş Keve anîn Wanê 2022-09-19 20:05:11   WAN - Cenazeyê girtî Bariş Keve yê ku li Girtîgeha Akçadag a Meletiyê ya Tîpa T'yê di hucreyeke yekkesî de bi awayek biguman jiyana xwe ji dest da, anîn Wanê.    Malbatê cenazeyê Bariş Keve yê ku li Girtîgeha Akçadag a Meletiyê ya Tîpa T'yê di hucreyeke yekkesî de bi awayek biguman jiyana xwe ji dest da, anî Wanê. Dê cenazeyê Keve li Goristana Navendê ya navçeya Şax a Wanê bê veşartin.    Rêxistina HDP'ê ya Wanê û navçeyê, TÛAY-DER, rêvebirên DBP'ê yên bajêr û navçeyê, TJA û MEBYA-DER li ser rêya Şaxê wesayîta cenaze pêşwazî kirin û tevî cenaze ber bi goristanê ve çûn.