Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû 2022-09-19 21:48:37     ŞIRNEX - Li zozana Marûnusê ya Elkê şivanê ku pez diçêrand, bi teqîna cîsmekî birîndar bû.   Li zozana Marûnûsê ya Elkê ya Şirnexê şivanê bi navê Zekerîya Şengoz (20) dema ku pez diçêrand, leqayî cismekî hat û bi teqîna wî cismî re birîndar bû.   Kesên li derdorê Şengoz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Li vir piştî mudaxileya ewil Şengoz bi ambulansa helîkopterî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin.    Hat ragihandin ku çavê Şengoz û destên wî birîndar bûne û dê sibê bê emelîyatkirin.