HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê 2022-09-19 23:59:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya HDP'ê êrişa hêzên rejîma Îranê ya li ser gelên Rojhilatê û Îranê şermezar kir ku ji bo qetilkirina Mahsa Amîniyê protesto bikin daketine kolanan.  Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), êrişa hêzên rejîma Îranê ya li ser gelên Rojhilatê û Îranê şermezar kir ku ji bo qetilkirina Mahsa Amînî ya ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat qetilkirin protesto bikin daketine kolanan.  HDP'ê di daxuyaniya xwe de ya li ser hesabê xwe yê fermî yê Tweeterê belav kiriye wiha got: "Em êrişa hêzên rejîmê ya li ser gelên Rojhilatê û Îranê şermezar dikin ku ji bo qetilkirina Mahsa Amîniyê ya ji aliyê polîsên Îranê ve bi hinceta ku porê wê xuya kiriye hat qetilkirin daketine kolanan. Têkoşîna azadiyê ya jinê, ji bo tevahiya cîhanê dibe ronahî."