Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin? 2022-09-19 23:59:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Behman Gobadî têkildarî qetilkirina Amîniyê bêdengiya Barzaniyan û Talabaniyan rexne kir û wiha got: "Madem hûn dibêjin em pêşengên vî gelî ne, çima hûn dengê xwe dernaxin?"    Hunermend Behman Gobadî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Mahsa Amînî ya  ji aliyê polîsên "ehlaqê" yên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin bang li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî, Serokê Giştî yê YNK'ê Qubad Talabanî û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih kir ku çima deng ji xwe dernaxin û wiha got: "Qey hûn ji Komarê Îslamî ya Îranê ditirsin?"   Behman Gobadî li ser hesabê xwe yê fermî yê Instagramê vîdeoyeke bi kurdiya soranî û bi farisî belav kir û got: "Ji bo malbata Barzanî û Malbata Talabanî û Serokkomarê Iraqê yê kurd Berhem Salih; BÊDENG NEBIN! Heqekî we yê bêdengbûnê tune ye! Hûn ji çi ditirsin? Madem hûn dibêjin em pêşengê gelê kurd in, nexwe heqekî we yê ku hûn gelê kurd bi tenê bihêlin tune ye."