ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-20 09:00:02     * Parêzer Dîlan Kûnt Ayan da zanîn ku ji bo serbestberdana girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda destpêkirina pêvajoya ATK'ê ne û bal kişand ser nêzîkatiya li girtiyên siyasî: "Em li bendê ne ku ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe."   * Çopên li Newala Hespistê ya Xîzanê tên rijandin gefê hem li tenduristiya mirovan hem jî li xwezayê dixwin.   * Nûray Balaç, dayika Sîbel Balaçê ku 283 roj in ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ye wiha got: "Ji bo keça min bimire çi ji destê wan tê dikin."    * Cîgirê qomisêr ku bi wesayîta xwe pêl parêzer Serkan Karakaş kiribû, bi rapora "hişê wî ne li serê wî ye" hatiye berdan.    * Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê Çîgdem Ozbaş a ku tevlî Meşa Cûdiyê bû wiha got: "Em bawer dikin ku dema bêîteatiya sivîl mezin bibe, em ê karibin wekî îro ji heqê qedexeyan derkevin."   * Seroka Odeya Tabîban Elîf Tûran diyar kir ku girtîgeh cihên bêtendurist û nexweşî lê derdikevinin û wiha got: “Divê yek saziya biryarê bide ne ATK be, divê raporên nexweşxaneyê esas bên girtin.”   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 561'emîn de berdewam dike.    * Çalakiya runiştinê ya Songul Îlker a dayika girtiya nexweş Ekîm Polat (24) ku ji bo mafê kurê xwe yê tedawiyê daye destpêkirin dê li pêşiya Gîrtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê bidome. (09.00-16.00)   * Danişîna doza têkildarî komkujiya malbata Dedeogûllari ya li Konyayê hate qetilkirin, wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê bê dîtin. (09.00)   * Dadgeha Destûra Bingehîn, wê di Doza Girtina HDP’ê de daxwazên HDP’ê yên têkildarî delîlên pêvek binirxîne. (10.00-17.00)   * Nobetên Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan dane destpêkirin dê li Amed û Îzmîrê dom bike. (11.00-16.00)   * Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê di sirgûnê de jiyana xwe ji dest dabû dê li ser gora xwe ya li Goristana Natoyê ya navçeya Sêwregê bê bibîranîn. (11.00)   * Rewşenbîrê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) dê li taxa Cûmhûriyetê ya ku lê hatibû qetilkirin bê bibîranîn. Bibîranîna wî ya li goristana Nisêbînê jî dê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldanê pêk were. (11.30-16.00) ZINDÎ   * Platforma Jinan a Enqereyê wê ji bo Mahsa Amînî ya ji ber porê wê xuya dikir hate qetilkirin wê li Yekitiya Mulkiyevanan civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê li Otêla Mîtanniya Regency bi endamên rêxistinên sîvîl ên civakî re bê cemhev. (15.00)   * Dê bi tevlîbûna parlamenterên HDP'ê li navçeya Bodrûma Mûglayê û navçeya Efeler a Aydinê hevdîtinên gel bên lidarxistin. (17.00-18.00)   * Fînala 3'yemîn Tûrnûvaya Kemal Kûrkût a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên HDP'ê ve tê lidarxistin dê li Tesîsên Werzîşê yên Şaredariya Silopiyayê bê lîstin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî dê tev li maçê bibe. (20.00)