Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in 2022-09-20 09:06:27   ENQERE - Nûray Balaç, dayika Sîbel Balaç e ku 283 roj in ji bo darizandineke adilane di rojiya mirinê de ye. Dayik Balaç wiha got: "Ji bo keça min bimire çi ji destê wan tê dikin."    Sîbel Balaç ku di 29'ê kanûna 2021'an de bi daxwaza darizandina adilane, serbestberdana girtiyên nexweş û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi rojiya mirinê kir. Balaç, ev 283 roj in di rojiya mirinê de ye. Balaç ku di 9'ê îlonê de ji bo "taloqkirina înfazê" sewqî Nexweşxaneya Dişkapi ya Yildirim Beyazit a Enqereyê hat kirin, li qawîşa girtiyan a nexweşxaneyê tê girtin. Rapora Lijneya Tenduristiyê ya ji bo Balaç ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re hat şandin.   Dayika Balaç, Nûray Balaç ku li nexweşxaneyê li cem keça xwe ye, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   'HINGÎ ZEÎF BÛYE HESTIYÊN WÊ XUYA DIKIN'   Dayik Balaç diyar kir ku keça wê êdî nikare bimeşe û got ku gava diçe daşirê pir zehmetiyê dikişîne û bin lingên wê zêde dişewitin. Dayik Balaç destnîşan kir ku keça wê bi şev nikare razê, tim dinale û wiha domand: "Dilê wê asê dibe. Ez dixwazim keça min demildest bê berdan. Keça min dest ji rojiya mirinê bernade, ji ber ku neheqî lê hatiye kirin. Belasebeb tê darizandin. Dema min serê wê şûşt, hestiyên wê xuya dikirin. Ez naxwazim keça min bimire. Ez bang li hemû rayedaran dikim ku bila demildest keça min berdin. An wê keça min felcî bibe yan jî bimire. Bila keça min berdin, ez wê derman bikim."   'ŞERT Û MERCÊN NEXWEŞXANEYÊ PIR XIRAB IN'   Bi domdarî dayik Balaç ev tişt anî ziman: "Şert û mercên nexweşxaneyê pir xerab in, daşir li hundir e û nepaqij e. Li nexweşxaneyê rewşa tenduristiya wê hîn xerabtir bûye. Enfeksiyon pê re çêbûye. Ez her tim li pişta keça xwe me. Cezayê wê 8 sal e. 4 sal qediyane, maye 4 sal. Bila qet nebe emrê wê yê mayî xerab derbas nebe."    'LI BENDA MIRINA WÊ NE'   Di berdewamê de dayik Balaç anî ziman ku tim diqilqile ku dê tiştek bi keça wê bê û got ku keça wê berê 85 kîlo bûye, lê niha 38 kîlo ye. Balaç, destnîşan kir ku tu mudaxile nayên kirin û ev tişt anî ziman: "Keça min nahêle tu mudaxile bên kirin. Di salekê de 700 roj cezayê hucreyê dane keça min. Guhê wê nerihet bûye û dibe ku felcî bibe. Wê dernaxin hewadariyê jî. Ji bo keça min bimire çi ji destê wan tê dikin."    Dayik Balaç bang kir ku demildest keça wê bê berdan.