Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye 2022-09-20 10:59:17   WAN - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ji bo Yûsûf Gul gotibû “hat bêbandorkirin” lê derket holê ku Gul ji 5’ê îlonê heta niha li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin.    Artêşa tirk di 24’ê tebaxê de li herêma Hanyaylasi ya girêdayî Mîks a Wanê operasyona “Eren Abluka-35” dabû destpêkirin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî têkildarî operasyonê li ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamek parve kir û îdia kiribû ku di şer de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe jin dest dane. Di heman demê de Soylu îdia kiribû ku yek ji kesên hatiye kuştin jî di “Kategoriya Pirteqalî” de ye. Di malpera wezareta karên hundir de jî hat îdia kirin ku di pevçûnan de li gel Yûsûf Gul ê bi koda Bervedan Serhabun ku di “Kategoriya Pirteqalî” de ye bi giştî 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Piştî daxuyaniya Soylu, medyaya alîgir jî nûçe parve kirin ku Yûsûf Gul di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.    MALBATÊ SERÎ LI ÎHD’Ê DA   Lê belê piştî parvekirina Soylu, girtiyekî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku Gul di 5’ê îlonê de anîne cem wan û di 6’ê îlonê de jî veguhestine qawîşeke cuda. Li ser vê yekê jî bavê Gul, Mehmet Reşît Gul ji Stenbolê hat Wanê û bi kurê xwe re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî Gul, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir.    LI NOQTEYA KONTROLÊ HAT GIRTIN   Bav Gul, da zanîn ku kurê wî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest nedaye û ev agahî dan: “Kurê min bi cil û bergên sivîl li noqteeya kontrolê hatiye girtin. Piştî girtinê jî kurê min 4 rojan li Fermandariya Cendirmeyan a Bêdlisê hatiye ragirtin. Em di 10’ê îlonê de hîn bûn ku kurê min di girtîgehê de ye. Di 1 an jî 2’yê îlonê de Fermandariya Cendirmeyan a Bêdlisê li min geriya û pirsa Yûsûf ji min kirin bê ka li ku ye. Min jî jê re got ku haya min jê nîne û telefon girtin. Careke din li min geriyan û min heman bersiv da. Li ser vê yekê jî zarokên min, neviyên min û heta birayê min ê astengdar li min geriyan. Piştî van geşedanan jî girtiyekî agahiya kurê min da. Em jî bi alîkariya ÎHD’ê hîn bûn ku kurê min di girtîgehê de ye.”