Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin 2022-09-20 11:31:23   AMED - Şandeya dadgehê ya li doza Tahir Elçî dinihêrt, ji biryara xwe ya ku divê serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû bê guhdarkirin lêve bû. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got ku şandeya dadgehê bi vê biryarê re nîşan da ku inyeta wê nîne cînayeta Elçî ronî bike.   Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de dema li navçeya Sûrê daxuyanî dida hat qetilkirin. Têkildarî cînayeta Elçî doz hatibû vekirin û di danişîna 15’ê hezîranê de şandeya dadgehê biryar da ku serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû weke şahid bê guhdarkirin.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand ku şandeya dadgehê ji wê biryara xwe lêve bûye û ev agahî parve kirin: “10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bêyî ku xwe li benda dîroka danişînê bigire, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi awayekî bêusûl biryar da ku Ahmet Davutoglû weke şahid neyê guhdarîkirin. Zû yan jî dereng edalet dê her pêk bê...”    ‘BIRYAREKE HIQÛQÎ NÎNE’   Nahît Eren têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û da zanîn ku şandeya dadgehê di rûniştina dawî de biryara guhdarîkirina Davutoglû dabû û wiha got: “Heta ku şandeya dadgehê ji Stenbolê re muzekkere nivîsand û xwest ku Ahmet Davutolû bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) di danişînê de bê amadekirin. Lê belê Serdozgeriya Komarê ji 19’ê îlonê ve îdia kir ku guhdarîkirina Davutoglû ya weke şahid, dê tiştekî li dosyayê zêde neke û xwest ku ev biryar bê betalkirin. Li ser vê yekê jî şandeya dadgehê ji vê biryara xwe lêve bû. Ev biryar bêyî ku alî li wir amade bin û bêyî ku me guhdar bikin hatiye dayîn. Ji hêla usûlê û hiqûqê ve biryareke rast nîne.”    ‘ME DÎT KU INYETA WAN NÎNE’   Eren, diyar kir ku di dema qetilkirina Elçû de Davutoglû serokwezîr bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mijara ronîkirina cînayeta Elçî de Davutoglû şahidekî girîng bû. Jixwe wî bi xwe jî di serdaneke xwe ya li Amedê diyar kiribû ku qetilkirina Elçî, cînayeteke siyasî ye. Yê ku ev gotin kirî, kesekî ji rêzê nîne. Tevî van agahiyan jî biryar hat dayîn û hat îdiakirin ku dê gotinên wî tiştekî li dosyayê zêde neke. Ev yek nîşan dide ku di mijara dosyaya Tahir Elçî de niyet û armancên wan cuda ne. Xuya bû ku inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin. Kesekî ku digot ‘sûîqesteke siyasî’ ye nehat guhdarîkirin û ev yek di dewleteke hiqûqê de û di lêpirsîneke ceza de nayê qebûlkirin. Hemû kes baş pê dizane bê ka bi neguhdarîkirina Davutoglû re inyeta wan çi ye.”    BANGA JI BO DAVUTOGLÛ   Bi domdarî Eren bi bîr xist ku piştî biryara guhdarîkirina Davutoglû, Davutoglû bi rêya parêzerên xwe ragihandiye ku dê weke hemwelatiyekî biçe dadgehê û tiştên dizane vebêje. Eren, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku Davutoglû di roja danişînê de tiştên dizane bi raya giştî re parve bike. Heke daxwaza te ya axaftinê hebe, weke Serokê Baroya Amedê ez bang dikim; di roja danişînê de were Amedê û heke tu di dadgehê de neaxivî jî derkeve derve û li pêşberî çapemeniyê biaxive.”