Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye 2022-09-20 11:46:06   AMED - Xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, diyar kir ku destdanîna ser rojnameyan a polîsan pêkanîna salên 90’î ye û bang li gel kir ku li yekane rojnameya ku weşana kurdî dike xwedî derkevin.    Polîsan di 17’ê îlonê de li otogara Amedê 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a rojnameya Xwebûnê desteser kirin û destûr nedan ku rojname ji Mersînê re bên şandin. Polîsên ku bêyî hincetekê nîşan bidin nehişt firmaya otobûsê rojnameyan bibe, dest danîn ser rojnameyê.    Xwediyê Îmtiyaza Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bertek nîşanî vê yekê da û bi lêv kir ku tiştên hatine qewimîn pêkanînên salên 1990’î ne.     Esen, da zanîn ku rojnameya Xwebûnê ku heftane weşane dike ji hemû bajarên kurdan re dişînin û diyar kir ku bêyî hincet nîşan bidin polîsan dest danîn ser 100 rojnameyên hejmara 144’emîn.    DIVÊ BI AWAYEKÎ AZAD BÊ XWENDIN    Esen got ku ‘kurdîbûna rojnameya me nikare bibe sedemê desteser kirinê’ û xwest ku Rojnameya Xwebûnê bigihe her derê û herkesê û bi lêv kir ku bi vê yekê mafê agahî girtinê yê kurdî tê astengkirin. Esen, destnîşan kirin ku bi van pêkanînan nikarin gihiştina rojnameyê ya gel asteng bikin û wiha got: “Divê rojnameya Xwebûnê bi awayekî azad bê xwendin.”   PÊKANÎNÊN SALÊN 90’Î   Esen, da zanîn ku têkildarî dest danînê nehatine agahdar kirin û bi lêv kir ku dê giliyê kesên ji vê rewşê berpirsyar bikin. Esen ê desteserkirina rojnameyan şibande pêkanînên salên 90’î ev tişt gotin: “Di salên 90’î de rojnamevan dihatin qetilkirin û dest danîn ser rojnameyan. Ji bo ku rojnameyên kurdî û tirkî neyên Kurdistanê heman pêkanîn hebûn. Tevî ku em di sala 2022’yan de jî ne heman pêkanîn hene. Li vir armanc ew e ku asteng bikin geşedanên nû ji aliyê gelê kurd ve bên zanîn. Bi van pêkanînên re armanc dikin ku tiştên li Kurdistanê diqewimin bi çavên hikumet û çapemeniya tirk hîn bibin û rastî neyên zanîn.”   ‘DIVÊ BERTEK NÎŞANÎ ZEXTAN BÊN DAYÎN’    Esen, bang kir ku xwedî li Xwebûna ku yekane rojnameya bi kurdî weşanê dike bê derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe hincetên nû ji rojnameyên hatine desteserkirin re bên dîtin, di pêvajoya ji niha û şunde rojnmae bêyî hincet bê nîşandan bên desteserkirin. Ev ne tenê pirsgirêka rojnamevanên kurd e, divê hemû gelê kurd bertekê nîşanî vê bide û ji zextên li ser rojnameyên xwebûnê re bibin asteng.”   ROJNAMEVANTIYA KURDÎ WÊ DI HER ŞERTÎ DE BERDEWAM BIKE   Esen, bal kişand ku di salvegera zanayê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) de rojname hatine desteserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî 30 salan tenê ji ber rojnameyeke bi zimanê kurdî, li Kurdistanê weşanê dike hate desteserkirin. Armanc ew e ku li Kurdistanê rojnamevaniya kurdî neyê kirin. Lê bila ev yek baş bê zanîn ku wê rojnamevaniya kurdî di her şertî de berdewam bike.”