Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan 2022-09-20 12:50:10   HATAY - Bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê de şala bi rengên kesk, sor û zer li xwe kiriye, derheqê Feleknaz Aslan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û 10 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Dadgehê cezayê hefsê veguherand cezayê pereyan û 6 hezar TL ceza da.    Bi hinceta ku di Newroza 22’yê Adara 2015’an a li navçeya Dortyol a Hatayê de şala bi rengên kesk û sor û zer xistiye serê xwe, derheqê Feleknaz Aslan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê hat dîtin. Parastina Aslan beriya niha hatibû girtin lewma beşdarî danişînê nebû lê parêzera wê Mehtap Sert di danişînê de amade bû.    Dozger, di danişînê de mutalaaya xwe da şandeya dadgehê û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” xwest ku Aslan bê cezakirin.    ‘HÊMAYÊN SÛC ÇÊNEBÛNE’    Parêzer Mehtap Sert jî diyar kir ku di dosyayê de ji hêla usûl û esasê ve tiştên cuda hene û wiha got: “Di dema îfadegirtina li cem hêzên ewlekariyê de mafên wê yên parêzer û wergêr nehatine bibîrxistin. Ji ber ku xwendin û nivîsandina wê nebû, di îfadeya wê de şopa tiliya wê hatiye standin. Miwekîla min parçeyeke şaleke dirêj girtibû û ji ber ku hêmayên sûc çênebûne, dixwazin miwekîla min were berdan.”    6 HEZAR TL CEZA DAN    Şandeya dadgehê jî piştî parastina parêzer Sert, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê hefsê da. Lê dadgehê ev ceza veguherand cezayê perayan û 6 hezar TL cezayê pereyan da.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Bi sedema ku di pîrozbahiya Newroza 22’yê Adara 2015’an û Newroza 20’ê Adaraê de şala bi rengên kesk, sor û zer li ser bûn, derheqê Şahîde Orman Ozek de jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Ozek jî li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê hat dîtin. Ozek beşdarî danişînê nebû lê parêzera wê Mehtap Sert amade bû. Parêzer Sert, da zanîn ku miwekîla wê nexweşe lewma nekarî beşdarî danişînê bibe û ev tişt anî ziman: “Çalakiya wê, lîstina govendê ye. Armanca wê ne ew e ku kesekî teşwîqî tundiyê bike an jî pesnê tundiyê bide. Jixwe Newroza di 2015’an de li gorî TCK’ê nabe sûc. Dixwazim miwekîla min beraet bike.”    Dadgehê bi sedema ku kêmanî di dosyayê de heye, danişîn taloqî 1’ê kanûnê kir.    Di danişîna doza behsa xeberê ya 28’ê hezîranê de şandeya dadgaehê bi îdiaya ku dayika Ozek a 68 salî Mencî Orman bi şala rengên kesk, sor û zer “propagandaya rêxistinê” kiriye, 10 sal cezayê hefsê dabû û biryar dabû ku ev ceza bê taloqkirin.