Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan 2022-09-20 14:19:10   MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re li navçeya Nisêbînê serdana esnafan kir. Esnafan çay û qehwe îkramî Bûldanê kir, li ser aboriyê axivîn û wêne pê re kişandin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Pervîn Bûldan, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Pero Dundar, Hasan Ozguneş û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag pêk dihat, serdana esnafan kirin. Esnafan di dema serdanê de eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan. Bûldan di dema serdanê de bi gelek kesan re wêne kişandin û her tim bi gel re sohbet kir.     Li qehwexaneyeke ku Bûldan kete hundirê wê welatiyekê wiha got: “Nûneriya me bidomînini, em bi we re ne”. Dû re Bûldan serdana xwe ya esnafan domand û bi esnafan re li ser aboriyê sohbet kir. Esnafan ji piyaseyê gazin kirin û diyar kirin ku karên wan ne baş e. Li ser vê yekê Bûldan wiha got: “Piştî hilbijartinan, dema me desthilat da guhertin wê baş bibe, yekane xelasî ew e.”   Esnafekî din jî ji Bûldan û kesên pê re qehwe îkram kir. Li ser qehwe dereng ma Bûldan got “Qehwe ji Yemenê tê em li benda wê ne.” Ev jî bû wesileya kenînê. Bûldan bi henekan sohbeta xwe ya têkildarî aboriyê bi esnafan re domand. Bûldan têkildarî bihayê çay û qehweyê agahî girtin, esnafan ji rewşa aboriyê ya nebaş gazin kirin.     Bûldan û şandeya pê re bi dirûşmeya esnafan a “Nisêbîn bi we serbilind e” serdana xwe bi dawî kir.