Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin 2022-09-20 15:45:23 ÎZMÎR - Malbatên ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edaletê didomînin, xwestin tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bibe û wiha gotin: “Daxwazan bi cih bînin. Bila zilm bi dawî bibe.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 114’emîn de li pêş Baroya Îzmîrê berdewam kir. Malbatên girtiyan di nobetê de pêşmalkê ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ser dinivîsî” li xwe kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Guzelbahçeyê piştgirî da malbatên girtiyan.    Yek ji malbata girtiyan Fatma Surme a di çalakiyê de axivî, bi lêv kir ku li cîhanê edalet, aştî û wekheviyê dixwazin û xwest şerên ku li cîhanê dest pê kirine bi dawî bin. Surme, da zanîn ku her diçe rewşa girtiyên nexweş xerab dibe û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan. Surme, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe, daxwaz bên pêşwazî kirin û zilm bi dawî bibe.”