ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-21 09:00:34     * Hiqûqnasê alman Lukas Theune ku yek ji 350 parêzerên ji bo daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kiribû diyar kir ku mafê Tirkiyeyê nîne bibêje “ez kesekî ji mafê hêviyê bêpar dihêlim” û wiha got: “Ev yek, derqanûnîtiye. Tirkiye dîsa sûc dike.    * Zarokê 12 salî H.E ku li Elbakê di dema teqîna cismekî leşkerî de destê wî yê rastê jê bû û çavekî wî kor bû, diyar kir ku ew destê xwe dixwaze.    * Piştî ku keyayê gundê Gundikê yê Kercewsê gotibû “gur heywanan dikujin" bi hezaran dar hatin birîn. Midûriyeta Daristanê jî îdia kir ku ew nikarin mudaxeleyî birîna daran bikin.   * Girtiyê nexweş Mehmet Polat ê 27 sal in girtiye, 2 perçeyên şarapnalê di kezeba wî de ne û 2 caran jî anjiyo bûye, lê dîsa jî nayê berdanç Birayê wî Tûran Polat bilêv kir ku ew ji ber nexweşînên birayê xwe bi fikar in û xwest birayê wî bê berdan.    * Şivan Zekeriya Şengoz ku bi teqîna cîsmekî bi giranî birîndar bû û destek wî jê bû anî ziman ku 10 sal in li wê herêmê şivantiyê dike û got: "Ev cara ewil e rastî bûyereke wiha têm."   * Şaredariya Yenîşehîrê Taxa Fabrîkayê (Îplîk) dabû ber firotinê lê belê ji ber ku kesek nekete îhaleyê, ev biryar betal bû. Niştecihên taxê dan zanîn ku dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.    * Derhênera fîlmê Kobanê ku berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞ’ê tê vegotin Ozlem Yaşar derheqê fîlm de axivî.    * Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo malbata Dedeogûllari ku ji ber kurdbûna xwe hatibûn qetilkirin, pênaseya “malbata ku tê îdiakirin kurd in” bi kar anî.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 562’yan de berdewam dike.    * Çalakiya rûniştinê ya Songul Îlker ku bi mebesta tedawîkirina kurê xwe Ekîm Polat li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dabû destpêkirin berdewam e. (09.00-16.00)   * Danişîna doza endama Akademiya Jinan Fîgen Aras ku di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosayê de hatibû vekirin dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Yenî Yaşamê Osman Akin û nivîskar Veysî Sarisozen dê îro li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna ewil a Şervan Gulel ku di 7’ê cotmehê de Hasret Tutal qetil kiribû dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin didome. (11.00-13.00)   * Hiqûqnas wê li Enqereyê li Yekîtiye Mulkiyeyiyan li ser mafê tenduristiyê yê girtiyan û raporên ji aliyê ATK'ê ve tên dayîn, civîneke çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * 5’emîn danişîna Dayîkên Şemiyê ku di çalakiya xwe ya hefteya 700’emîn de hatibûn binçavkirin û derbarê wan doz hatibû vekirin dê li 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)   * Jin wê li Enqere û Stenbolê ji bo Mahsa Amînî ya li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat qetilkirin daxuyaniyê bidin. (13.30-15.00)    * Danişîna doza bersûcên fîrar Mûrat Sonkûr, Eren Ceylan û Mûrat Karakaş ên ku doza wan ji doza sereke ya têkildarî şewitandina Otela Medimakê û qetilkirina 33 kesan a di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Sêwazê hatibû veqetandin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (14.00)   * Danişîna doza têkildarî qetilkirina zanyarê kurd Mûsa Anter hatiye vekirin wê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (16.00)   * Rêxistina HDP’a Kepezê bi tevlibûna Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Kemal Bulbul wê li pêş avahiya partiya xwe civîna gel li dar bixin. (17.30)