Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan 2022-09-21 09:07:37   AMED -  Girtiyê nexweş Mehmet Polat ê 27 sal in girtiye, 2 perçeyên şarapnalê di kezeba wî de ne û 2 caran jî anjiyo bûye, lê dîsa jî nayê berdanç Birayê wî Tûran Polat bilêv kir ku ew ji ber nexweşînên birayê xwe bi fikar in û xwest birayê wî bê berdan.    Girtiyê nexweş Mehmet Polat ê gelek nexweşîn pê re hene nayê berdan. Polat ku di sala 1996'an de li Bedlîsê di şer de birîndar bûye û gava bi birndarî hatiye girtin 2 perçeyên şarapnelê di kezeba wî de mane, cezayê muebedê lê hatiye birîn. Polat ku ji xeynî her du perçeyeên şarapnelê yên di kezeba wî de nexweşîna dil jî pê re heye û ji ber vê 2 caran anjiyo bûye. Polat ê 27 sal in girtiye, niha di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê de ye.    Birayê wî Turan Polat bi lêv kir ku birayê wî dema hatiye girtin 3 mehan li Bedlîsê hatiye girtin û paşê sirgûnî Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa D'yê hatiye kirin û wiha got: “15 salan li wir ma û ew sirgûnî Girtîgeha Kirikkaleyê kirin. Salekê li vir ma. Ji ber nexweş e me serlêdan kir ku wî sewqî girtîgehek nêzî me bikin. Ew şandin Girtîgeha Şirnexê. 2 salan li Şirnexê ma û di sala 2014’an de jî ew sewqî Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê kirin."    27 SALIN GIRTIYE   Polat diyar kir ku dema birayê wî birîndar hatiye girtin 2 perçeyên şarapnal di kezeba wî de mane û ji bilî vê nexweşiya dil jî lê peyda bûye. Polat anî ziman ku birayê wî tevî nexweşiyên giran jî nayê berdan û ev tişt gotin: “Birayê min 2 caran anjiyo bû. Parçeyên şarapnalê hê jî di kezeba wî de ne. Bijîşk jî nikarin mudaxile bikin. Ji ber ku di girtîgehê de ye baş nayê dermankirin. Em ji ber rewşa kezeba wî bifikar in. Dibe ku enfeksiyon bigrê an jî nexweşiyên din lê peyda bibin. Nexweşîna dil jî pê re heye. 2 demarên wî xitimîne. 2 caran anjiyo bû. Di girtîgehê de her tim nikarê bê dermankirin. Heke li derve bûna nexweşiya wî dê ew qas giran nebûna."   NEHIŞTINE TEV LI MERASÎMA CENAZEYÊ DÊYA XWE BIBE'   Polat da zanîn ku dema dêya wî jiyana xwe ji dest daye girtîgehê nehiştiye ku birayê wî tevlî cenaze bibe û wiha pê de çû: “Dêya min di 12’e Tirmeha 2009’an de jiyana xwe ji dest da. Me jî serî li girtîgehê da ku birayê min jî tevlî cenaze bibe. Lê destûr nedan ku tevlî cenaze bibe. Dêya min ji ber ku nexweş bû demeke dirêj nikaribû birayê min bibîne. Dêya min digot, ‘Wê kengî derkeve ku ez wî bibinim’ lê nedît, ew hesret di dil de ma. Me pir dixwest were taziyê, lê nehiştin."   BANGAWAZÎ   Di dawiya  axaftina xwe de Polat bal kişand ser gotinên Wezîrê Dadê jî ku gotibû ‘Em ê ji bo girtiyên nexweş qanûnê sererast bikin’ got: "Dereng man.  Divê girtiyên ku nexweşiya wan giran zûtir bihatana berdan. Heke girtiyek 15 salên xwe di girtîgehê de derbas bike û di girtîgehê de jî jiyana xwe ji dest bide ew tiştek pir giran e. Ew êşek mezin e. Diviyabû Wezîrê Dadê zûtir gav biaveta. Her wiha divê gel jî xwedî li girtiyan derkeve."    MA / Mahmût Altintaş