Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin 2022-09-21 09:55:33   AMED - Niştecihên Taxa Fabrîka ya Yenîşehîrê ku qeyûm dabû ber firotinê diyar kirin ku bi yekitî û bertekên xwe ve îhale betal kirine, dê têkoşîna xwe bidomînin û dev ji taxa xwe bernedin.    Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîr a Amedê 340 malên li Taxa Fabrîka (Îplîk) ya Yenîşehîr a Amedê ji bo firotinê dabû îhaleyê. Qeyûm, sedema vê jî weke biryara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di 17’ê mijdara 2021’an a “Qada Veguherîn û Pêşketin a Bajar a Taxa Dokuzçeltîkê” nîşan dabû. Îhaleya taxê di 20’ê îlonê de bi awayekî girtî hat dayîn lê ji ber ku tu kes tev li îhaleyê nebû, firotina taxê betal bû. Niştecihên taxê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.    Welatiyê bi navê Cevat Bektaş (45) bertek nîşanî hewldana firotina taxê da û wiha got: “Niştecihên vê taxê pir zehmetî kişandin. Dema em hatin vê taxê tiştek li vir tune bû. Ne av û ne jî binesazî û ceyran hebû. Di goristanên vê taxê de bi hezaran miriyên me hene. Em dê çawa dev ji vê taxê berdin û biçin. Mafê me çi ye em wê dixwazin. Xeynî vir cihekî ku em biçin tune ye. Heta dawiyê em ê li vir bin. Hemû welatiyên taxê êdî mîna malbatekê bûne. Em ê heta mirinê li vir bin.”    ‘TAXEK BÊYÎ NIŞTECIHÊN WÊ ÇAWA TÊ FIROTIN?’   Têkildarî mijarê ji niştecihên taxê Mehmed Damlayici jî anî ziman ku li hemberî firotina taxê, welatiyan yekitiya xwe nîşan da û wiha domand: “Me di ti dîrokan de tiştekî mîna firotina taxê nedîtiye. Taxek çawa tê firotin? Bêyî agahiya 300- 400 malên taxê, tax çawa tê firotin? Me jî bi yekdestî li dijî vê hewldanê bertek nîşan da. Baş bû ku bêyî rageşiyek derkeve îhale betal bû. Bawerim dê êdî nekarin îhaleyeke bi vî rengî vekin û dest biavêjin taxa me.”    ‘JI ME RE GOTIN DÊ XANIYAN BIDIN LÊ GOTINA WAN RAST DERNEKET’    Bi domdarî Damlayici da zanîn ku di dema biryara veguherîna bajar de ji wan re hatiye gotin ku dê xanî bidin niştecihên taxê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji me re gotin kengî me mifteya xanî da we, hûn ê wê demê pere bidin. Lê piştre ev gotina xwe derewandin. Çavê wan li taxa me ye ku me jê koç bikin. Ka em ji vir derkevin dê bi ku de biçin? Bila me bikujin lê taxa me ne hilweşînin. Banga min bo mûtahîtan ew e ku bên vê derê û bi me re biaxivin. Heke xaniyê me hilweşînin bila xaniyekî bidin me. Daxwaza me ev e. Heke taxê dîsa bidin îhaleyê, wê demê em ê dîsa bertek nîşan bidin.”    ‘EM HEQÊ XWE BI WAN NEDIN XWARIN’   Welatiyê bi navê Mehmed Êlî Ekîcî (53)  jî bi lêv kir ku ji sala 1979’an heta niha li taxê dijîn û wiha derbirî: “Wê demê 20 mal jî li vir tune bûn. Me tax ava kir.  Ne ceyran, ne av û ne jî tiştek li taxê tune bû. Îro hatine dibêjin em ê taxê ji we bistînin. 350-360 mal ji ber îhaleyê mexdûr dibin. Baş bû ku ew îhalê betal bû. Çavê welatiyên Taxa Îplîkê ronî bin. Nexwe dê ewqas malbat bi ku de biçûna? Em tiştekî zêde naxwazin, tenê dixwazin ku li şûna avahiyên me avahiyekî bidin me. Siyasetmedarên di dema hilbijatine de tên çima dema em mexdûr dibin xuya nakin? Bila her kes têxe şûna me û bifikire bê ka heke xaniyên wan bihatina xerakirin dê çi bikirana? Em ê li dijî firotina taxê bêdeng nemînin. Em heqê xwe bi wan nadin xwarin.”   MA/Mahmût Altintaş-Mehmet Şah Oruç