Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike 2022-09-21 12:30:10   STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê ya armanc dike ku bi 10 hezar kesan “Nexşe rê” aşkere bike, hemû beşên civakê vexwendin “Meşa Demokrasiyê ya Mezin”.    Tifaqa Ked û Azadiyê ya li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin cem hev û ji Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Kedê (EHP) pêk tê, li welat ji gelên bindest û yên tên cihekirin re bû hêvî.    DEKLERASYON DI 24’Ê ÎLONÊ DE YE   Tifaqa Ked û Azadiyê, wê “Nexşe Rê” ya ku di serî de ji pirsgirêka kurd û demokrasiyê pirsgirêkên aborî û ekoliyê ku her diçe kûrtir dibin re weke çareseriya daniye pêşiya xwe, dê di 24'ê Îlonê de li Navenda Kongreyê ya Halîç a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê bi deklarasyonekê aşkera bike. Bernameya ragihandina “Nexşe rê” ya weke “Meşa Demokrasiyê ya Mezin” tê penasekirin wê saet di 15.30’an de dest pê bike. Ji bilî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê Serokên Giştî, berdevk, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclisên Partiyê (PM) yên partiyên tifaqê jî tev li bernameyê bibin.    HEZAR VEXWENDNAME   Ji bo bernameya ku wê li Stenbolê pêk were, partiyên tifaqê ev 10 roj in gelek saziyên demokratîk ên weke rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên ked û pîşeyî, rêxistinên baweriyan û komeleyên herêmî yên li bajêr ziyaret kirin û ev sazî vexwendin bernameya ku ew ê organîze bikin. Hate diyarkirin ku heta niha ji bo hezar kesî vexwendname hatine dayîn.    ROJNAMEVAN Û KARKER   Dayikên Aştiyê, jin, rêxistinên ekolojiye, saziyên mafên zarokan û kedkarên ku li gelek deverên bajêr li dijî bikaranîna mafan li ber xwe didin jî vexwendin bernameyê, her wiha hate hînbûn ku nêzî 300 nûçegihan, parêzer û rûspiyên civakê ji bo ku bernameyê ji nêz ve bişopînin hatin ziyaretkirin.   Ji bo 40 endamên Desteya Şêwirmendiyê ya HDP'ê ku parêzvanên mafên mirovan, nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û hunermend jî di nav de ne vexwendnameyeke taybet hate şandin.   Navên endamên lijneya ku tê payîn dê beşdarî bernameyê bibin wiha ne: Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Akin Bîrdal, Alî Alfatlı, Alî Bayramoglû, Ayşe Erzen, Ayşegul Devecîoglû, Bulent Kuçuk, Celîl Kaya, Cîhan Sîncar, Erdogan Aydin, Fatma Gok, Ferda Koç, Gençay Gursoy, Halîl Aksoy, Hamît Geylanî, Hasan Cemal, Kenan Kalyon, Kerem Kasir, Levent Koker, Mahmût Demîralp, Mehmet Altan, Meral Camci, Mustafa Kemal Coşkûn, Muzaffer Kaya , Nacî Kûtlay, Nîzamettîn Togûç, Nûrettîn Sozmez, Nûrten Ertûgrûl, Onûr Hamzaoglû, Ozgur Muftuoglû, Riza Turmen, Several Ballıkaya, Sevîlay Çelenk, Seyfî Ongîder, Sirri Sakik, Sirri Sureyya Onder, Sureyya Karacabey, Şebnem Ogûz, Tarik Ziya Ekîncî, Velî Buyukşahîn, Yavûz Onen, Zerrîn Şahînoglû.   XEBAT DIDOMIN    Partiyên tifaqê ji bo îlankirina “Nexşeya Rê” li hemû navçeyên ku li bajêr birêxistinkirî ne belavokan li welatiyan belav dikin. Partiyên siyasî yên ku zêdetirî hefteyekê ye li cihên herî qelebalix ên navçeyan standan vedikin, bang li raya giştî dikin ku bibin şahidê pêngava dîrokî ya ku wê hêza tifaqê biavêje. Hate diyarkirin ku wê ragihandin heta roja dawî bidome.    Dîsa hêzên tifaqê bal kişandin ku ji bo bername bi hêz bibe wê bi dehan otobûsan ji navçeyên ku lê hatine birêxistinkirin rakin navenda kongreyê û hedefa wan herî kêm 10 hezar kes in.   Piştî xwendina deklarasyona “Nexşeya Rê” ya ji çar rûpelan pêk tê û bi hevparî ji aliyê partiyên tifaqê ve hate amadekirin, wê hevserok, serok û berdevkên partiyan 5 deqîqeyan ji bo piştgiriya nexşerê biaxivin, pişt re wê bi şahiya muzîkê bernamae bi dawî bibe.