OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar 2022-09-21 12:46:04 RIHA - Şaxa OHD’ê ya Amedê û Komeleyan Jinan a Rosayê çû serdana Emîne Şenyaşar ku Nobeta Edaletê yê li pêşiya Edliyeya Rihayê didomîne.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 562’yan de berdewam kir. Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Her wiha pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” bi blokên beton ve hilayîstin. Rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û Lijneya Rêveberiyê (YK) ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) îro hatin serdana malbatê.    Di serdanê de Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban axivî û wiha got: “Nobeta edaletê ya dayika Emîneyê ya li ber deriyên van dadgehan berdewam e. Destûr nedan ku malbat şîna xwe jî bigire. Di her deqîqe û saniyeyê de li pêşiya van deriyan travmayê dijîn. Divê dawî li vê trajediyê bînin. Ji bo ku edalet pêk bê, hewcehî bi zexta raya giştî heye.”