Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir 2022-09-21 14:00:32   STENBOL - Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û di dema êrişê de gelek kes hatin derbkirin û binçavkirin.    5’emîn danişîna doza 46 kesên di dema 700’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de bi derbkirinê hatin binçavkirin û derheqê wan de bi îdiaya “bêyî ku destûrê bixwazin civîn û çalakî li dar xistine” doz hatibû vekirin, li 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê dê bê dîtin.    Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê li gel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestin beriya danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê nehişt ku daxuyanî bê dayîn. Li ser vê yekê girseyê daxuyanî neda û xwest heta saeta danişînê li pêşiya edliyeyê bisekinin. Lê belê polîsan girse dorpêç kir û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.      Ji parêzerên dozê Efkan Bolaç û Merîç Eyuboglû, Mirovê Şemiyê û Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Faruk Eren, ji Dayikên Şemiyê Newroz Tosun,  Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Rêvebera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Leman Yurtsever, endamê Meclisa Partiya SOL Alper Taş, Mûrat Akbaş, Ugur Tuncer, Umît Sezer, Yalçin Kose û Burcu Bîngolu jî di nav de bi giştî 14 kes ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin.