Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen 2022-09-21 14:23:07   AMED - Danişîna ewil a doza Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, hat dîtin. Dadgehê salek û 3 meh cezayê hefsê da Esen.    Bi hinceta ku Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê di sala 2018’an de vîdeoyeke ku wêneyê endama YPJ’ê tê de bû parve kiriye, derheqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Esen û parêzerê wî Temûr beşdarî danişînê bûn.    Esen, di danişînê de bi kurdî axivî û axaftina wî li tirkî hate wergerandin. Esen, da zanîn ku bi sala ye rojnamegeriyê dike û gelek caran bi mebesta nûçeyan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahiyan parve dike. Bi domdarî Esen diyar kir ku mebesta wî ya ji parvekirinan propagandaya rêxistinê nîne û ev tişt anî ziman: “Bi ser parvekirina behsê xeberê re demekî dirêj derbas bû. Lewma nayê bîra min. Dibe ku min ev parvekirin bi mebesta nûçeyê kiribe. Ez parvekirinên xwe ji bo agahdarkirinê dikim û beraeta xwe dixwazim.”   Dadgehê ji Esen pirsî bê ka heke ceza were dayîn dixwaze ev ceza bê taloqkirin an na. Lê belê Esen diyar kir ku ew naxwaze cezayê wî were taloqkirin.    Dozger jî îdia kir ku Esen bi parvekirina xwe “propagandaya rêxistinê” kiriye û xwestin ku were girtin.    'LÊPIRSÎN JI HÊLA HIQÛQÊ VE BIPIRSGIRÊKE’    Parêzerê Esen, Resûl Temûr jî di danişînê de bi bîr xist ku miwekîlê wî di Newroza 2022’yan de li ser îxbarekê hatiye binçavkirin û ev îxbar jî li hundirê emniyetê bi awayekî sexte hatiye kirin. Bi domdarî Temûr, anî ziman ku doza tê dîtin tu girêdana xwe bi binçavkirina miwekîlê wî re nîne. Di berdewamê de Temûr bi lêv kir ku piştî binçavkirina behsa xeberê jî li ser hesabên medyaya civakî yên miwekîlê wî lêkolîn hatiye kirin û piştî vê lêkolînê jî derheqê miwekîlê wî de bi hinceta parvekirina behsa xeberê lêpirsîn hatiye destpêkirin.Temûr, da zanîn ku lêpirsîneke di vê rewşê de hatiye destpêkirin ji hêla hiqûqê ve pirsgirêke. Parêzer Temûr got ku Dadgeha Qanûna Bingehîn rayeya dewriyeya sanal a emniyetê betal kiriye û ev tişt anî ziman: “Biryareke derheqê hesabên miwekîlê min ên medyaya civakî tune ye. Lê emniyetê ji bo lêkolînkirina hesabên wî lêpirsîn daye destpêkirin û bi vê yekê re biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn hatiye binpêkirin. Her wiha binpêkirina mafê nepeniya jiyana taybet e.”    'BINGEHA MADÎ YA SÛC ÇÊNEBÛYE’   Bi domdarî Temûr bal kişand ser tespîtên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku dibêje sûcên propagandaya rêxistinê sûcên şeklî nînin û ev tişt anî ziman: “Di biryarên DMME’yê de sûcên bi vî rengî, divê li gorî dem û şexs bên nirxandin. Lewma jî bingeha madî ya sûc çênebûye.”    CEZAYÊ HATIYE DAYÎN TALOQ KIR    Dadgehê bi îdiaya ku rojnameger Esen di parvekirina xwe de “propagandaya rêxistinê” kiriye, salek û 3 meh cezayê hefsê da û biryar da ku ceza bê taloqkirin.    Esen û parêzerê wî Temûr dê li dijî cezayê hatiye dayîn serî li rêya temyîzê bide.