Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê 2022-09-21 14:26:31   ŞIRNEX - Polîsan, ji bo tîmên DEDAŞ’ê Taxa Sûrê ya Cizîrê dorpêç kirin. Li ser îtîraza şêniyên taxê rageşî qewimî.    Tîmên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û polîsan ji bo li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê saetên ceyranê derxînin ser dîrekên ceyranê tax dorpêç kirin. Welatiyan bertek nîşanî tîmên DEDAŞ’ê ku xwestin kolanan bikolin û panoyên ceyranê bi cih bikin. Di vê navberê de di navbera welatiyan û polîsan de rageşî derket. Di dema rageşiyê de polîsan bi fîşekên plastîk êrişî welatiyan kirin, jinan pêşiya maşîneyên zirxî yên polîsan girtin.    Li taxê rageşî didome.