Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye 2022-09-21 15:00:34   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan. Di serdanê de gel diyar kir ku HDP hêviya wan e û wiha gotin: “Divê desthilatdarî êdî bê guhertin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li navçeya Cizîr a Şirnexê çûn serdana esnafan. Li gel Keskîn û Bayindir, her wiha Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Berdevka Meclisa Ciwanan Dêrsim Dag, parlamenter Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz û gelek partiyî jî tev li serdanê bûn.    Şande di seranseriya serdanê de bi çepik, tililî û dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê” hat pêşwazîkirin. Hevserokan pirsgirêkên esnafan gundarî kirin. Esnaf, gazinên xwe ji polîtîkayên şer ên AKP’ê kirin û gotin ku sedema krîza aborî jî ev polîtîka ne. Welatiyan, bal kişand ser hilbijartinê û diyar kirin ku tekane hêviya wan HDP ye û dê di vê hilbijartinê de AKP’ê têk bibin.    DIVÊ DESTHILATDARÎ BIGUHERE   Serdana hevserokan li ser Cehdeya Îdîlê dest pê kir û balkêş bû ku di dema silavdayîna Buldan de kalekî 70 salî giriya. Her wiha esnafekî ciwan gazinên xwe ji bo Buldan û Bayindir kir û da zanîn ku krîza aborî ya heyî rewşa wan gelek xerab kiriye. Bi domdarî esnafê ciwan ev tişt anî ziman: “Krîza aborî her ku diçe girantir dibe. Divê ji vê re çareseriyek bê peydakirin. Li her derê zext hene. Xwezaya me talan dikin û darên me dibirin. Nahêlin kesek daxuyaniyekî jî bide. Divê desthilatdarî biguhere. Kî çi dibêje bila bibêje lê vîna me HDP ye.”    NIFŞÊ Z’YÊ BI HDP’Ê RE YE   Ciwaneke din jî anî ziman ku muxalefet û siyaseta HDP’ê bo gel bûye hêvî û nêrînên xwe wiha parve kir: “HDP li her dever û qadê têdikoşe. Bersivê dide hemû êrişan. Em bi HDP’ê serfiraz in. Em ê heta dawiyê li cem HDP’ê bin. Çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikin. Nifşê Z li cem HDP’ê ye. Rêjeya dengên me ya di hilbijartinan de ser ji sedî 14-15 e. Medyaya desthilatdariyê vê rastiyê veşêre jî rastî ev e. Dengên me roj bi roj zêdetir dibin.”    Buldan û Bayindir piştre jî li Hala Zebzeyan a Cizîrê geriyan û pirsgirêkên ji ber krîza aborî guhdarî kirin. Gazinên esnafan ji ber zemên her roj tên kirin hebûn û gotin ku ji bo sererastbûna aboriyê tekane hêviya wan HDP ye.    ‘YÊN KU HDP’Ê MUXATAB NEGIRIN EM JÎ MUXATAB NAGIRIN’    Di dema serdanê esnafekî destnîşan kir ku ew rêya çarseriyê di HDP’ê de dibînin û ev tişt anî ziman: “Yên ku HDP’ê weke muxatab nabînin, em jî wan muxatab nagirin. Li rojava dema darek tê birîn qiyametê radikin lê dema li vir tên qirkirin, nahêlin daxuyaniyek jî bê dayîn. Me weke dijminên xwe dibînin. Hêviya me hûn in.”    BULDAN: ÊN KURDAN ÎNKAR DIKIN DÊ BIÇIN   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî bi lêv kir ku yên HDP û kurdan înkar dikin dê winda bikin û wiha domand: “Ên ku înkar dikin dê têk biçin. Heke AKP kurdan înkar bike, dê têk biçe. Ji bilî vê tu rêyeke din nîne. Em ê wan têk bibin.”    Di dema serdanê de Buldan û Bayindir gelek caran bi ciwanan re sihbet kirin, pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kirin.     ‘ME SÛDA SIYASETA RAST DÎT’    Her wiha esnafekî got ku heke li Meclisê siyaseteke baş bê kirin dê rewşa gel xweştir bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me pêvajoya çareseriyê dît û sûd jê girt. Hêvî û daxwaza me jî ew e ku parlamenterên me li Meclisê siyaseteke rast bimeşînin.”    Piştî serdanên esnafan, Buldan û Bayindir derbasî Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê.