Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn 2022-09-21 15:55:09    COLEMÊRG - Artêşa tirk di 18’ê îlonê de li 4 gundên Geverê dest bi operasyona leşkerî kiribû. Dorpêça li ser gundan hêj berdewam e. Hat zanîn ku leşkeran li gelek zozan û zinarên gundan fotokapan û mobese bi cih kirin û kesek nikare ji derve bikeve gundan.    Artêşa tirk di 18’ê îlonê di saetên serê sibehê de li gundên Darê, Memkava, Nêbarê û Kaport ên Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî da destpêkirin. Di dema operasyonê de li zozanên Kaport û Memkavayê di navbera artêşa tirk û HPG/YJA Starê de pevçûn derket. Pevçûn bi saetan domiya. Piştî pevçûnan jî leşkeran bi ser gundê Memkavayê de girt, şêniyên gund ji malên wan derxistin û di malan de lêgerîn kirin. Di dema serdegirtinê de 10 kesên ji malbata Ozkaplan hatin binçavkirin û şandin Midûriyeta Emniyetê ya Geverê. Her wiha li gundê Darê jî welatiyê bi navê Esat Çakmak hat binçavkirin.   Welatiyên hatin binçavkirin piştî kar û barên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, di saetên êvarê yên 19’ê îlonê de hatin berdan. Xwediyê malê Osman Ozkaplan jî sewqî dozgeriyê hat kirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Esat Çakmak’ê ku gundê darê jî ji roja hatiye binçavkirin heta niha rastî îşkenceyeke giran hatiye û hêj di bin çavan de ye.    ZOZANÊN HER 4 GUNDA FOTOKAPAN Û MOBESE HAT DANÎN   Operasyona li herêmê hatiye binçavkirin hêj berdewam e. Çavkaniyên ji herêmê destnîşankirin ku leşkeran li zozan û zinarên gundên Memkava, Kaportê, Darê û Nêbarê fotokapan û mobese bi cih kirine. Navên zozanên Memkavayê yên ku fotokapan lê hatine bicihkirin ev in: “Dola Kubê, Dola Xokê, Kelega, Serê gorangê, Mişkanê û Kûra Once.”   ŞÊNÎ TÊN ASTENGKIRIN   Şêniyên gundê Memkavayê dan zanîn ku dema bêrîvanên gund dixwazin biçin pezê xwe bidoşin, ji hêla leşkeran ve tên astengkirin û ji wan nasname tê xwestin. Bi domdarî şêniyan got ku leşker nahêlin bêrîvanên nasnameya wan pê re neyî biçin nav pezê xwe. Her wiha dema şênî diçin malên cîranên xwe jî leşker wan di rê de didin sekinandin û nasnameya wan jê dixwazin û didin ber lêpirsîna GBT’ê. Şêniyan, daxuyand ku leşker nahêlin kesên ji derveyî wî gundî bikevin gund û ji şêniyan jî nasnameyê dixwazin.    Dora gund bi temamî hatiye dorpêçkirin û qedexeyeke fiîlî li ser gund heye.