Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin 2022-09-21 16:56:06   ENQERE – Di Doza Komkujiya Sêwasê de parêzeran careke din xwestin ku zext li Wezareta Edaletê bê kirin bersûcên firarî bên dîtin û bînin Tirkiyeyê.    Di 2’yê tîrmeha sala 1993’yan de li Hotêla Madimak a Sêwasê 33 kes bi zindî hatibûn şewitandin û qetilkirin. 29’emîn danişîna Doza Komkujiya Sêwasê ku bersûcên firarî Mûrat Sonkur, Eren Ceylan û Mûrat Karakaş tê de tên darizandin, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Gelek nûnerên rêxistinên elewî, parêzer û rêxistinên civakî yên demokratîk beşdarî danişînê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî Huseyîn Karababa ku xwîşka wî Gulsun Karababa di komkujiyê de hatibû qetilkirin axivî.    Karababa diyar kir ku Komkujiya Sêwasê komkujiyeke polîtîk e û wiha got: “Dixwazim ev li zabitan bê qeydkirin. Hemû komkujiyên li dijî elewiyan polîtîk in. Madimak yek ji xelekên zincîra komkujiyên li dijî elewiyan e. Di 16’ê îlonê de min li pêşiya Hotêla Madimakê pankarta ‘qirkirina elewiyan’ vekir lewma Serdozgeriya Komarê ya Sêwasê bi hinceta sûcê ‘gel li dijî hev sor dike’ îfadeyê min girt. Qirkirin hatiye kirin û civaka elewî ji warê xwe hat kirin. Ji sedî 80’ê vê civakê elewî bû lê tevek ji warê xwe hatin kirin. Ji bo pêşîlêgirtina qirkirina elewiyan, divê ev doz weke doza qirkirinê bidome.”    'BILA TANSU ÇÎLLER BÊ GUHDARÎKIRIN’   Ji parêzerên dozê Coşkun Ozgur Pîroglû da zanîn ku dê dozê bibin Dadgehên Cezayan ên Navneteweyî û ev tişt anî ziman: “Hêzên tarî yên tiliya wan di komkujiyê de heye nehatine ronîkirin. Rapora Komkujiya Madimakê ya Lijneya Venihêrînê ya Dewletê heye ku di 2014’an de hatiye amadekirin. Ez wê raporê didim dadgehê. Di raporê de qisûra dewletê hatiye tespîtkirin. Em dixwazin ku serokwezîra demê Tansu Çîller, Waliyê Sêwasê yê wê demê Ahmet Karabîlgîn û Serokê Şaredariya Sêwasê yê wê demê Temel Karamanlioglû bê guhdarîkirin.”    ‘BILA KESÊN PIŞTPERDEYÊ DE BÊN DARIZANDIN’   Parêzer Husniye Şîmşek jî got ku her ku pêvajo dirêj dibe baweriya wan a bi edaletê tune dibe û wiha pê de çû: “Daxwazên me tên paşguhkirin û redkirin. Divê berpirsyarên siyasî û burokratîk ên tiliya wan di komkujiyê de hene bên darizandin. Ev yek berpirsyariya dadgehê ye. Heta ev kêmanî neyên temamkirin dê darizandin kêm bimîne. Biryara dadgehê ya di vê mijarê de dê bibe biryareke dîrokî.”   HIŞYARIYA DEMBORÎNÊ   Parêzer Alî Yilmaz jî Komkujiya Madimakê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û 10 meh piştre dê êdî mijara demborînê bê nîqaşkirin. Yilmaz, diyar kir ku di vê mijarê de daxwazên wan çêbûbûn û ji dadgehê xwest ku di vê mijarê de zextê li wezareta edaletê û saziyên din bikin ku di zûtirin demê de bersiva muzekerayan bê dayîn. Parêzer Şenal Sarihan jî bi bîr xist ku di dosyaya dozê de kesên beşdarî komkujiyê bûne weke 15 hezar kes hatiye destnîşankirin lê tenê 128 kes hatine darizandin û wiha pê de çû: “Bi taybet jî lêgerîna bersûcên firarî heye. Rizgarkirina rûmeta mirovahiyê peywira dadgehê ye. Daxwaza me ew e ku bersûcên firarî bibînin û bînin vê derê. Sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Divê daraz çavên xwe li vê komkujiyê negire. Heke dewlet aramiya vê civakê bixwaze, divê kesên reviyayîn bigire û bîne vê derê.”   'BI KOMKUJIYÊ RE HEVRÛ BIBIN’   Di danişînê de parêzer Ayça Çaglar û Ocak Beşer jî xwestin ku ji bo ewraqên hatine xwestin bişînin divê zext li wezareta edaletê bê kirin. Parêzeran got ku divê Tirkiye bi vê komkujiyê re hevrû bibe.    DOZ TALOQÎ 26’Ê ÇILEYÊ KIR   Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo girtina bersûcên firarî dîsa ji wezareta edaletê re muzekkere bê nivîsandin û xwest ku ewraqên kêm bên temamkirin. Her wiha dadgehê îdia kir ku guhdarîkirina serokwezîra demê, serokê şaredariyê û walî dê tiştekî li dosyayê zêde neke lewma ev daxwaz red kir.    Danişîna din taloqî 26’ê çileyê hat kirin.