Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin 2022-09-22 09:03:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Pune Aştiyanî ku geşedanên li Îranê dişopîne diyar kir ku xwepêşandana niha naşibe yên berê û got: “Hikûmet ji bo ku vê çalakiyê bêdeng bike heta ji dest tê doza tundiyê zêde dike. Lê tu hêz nikare vê çalakiya mezin rawestîne."    Li bajarê Tahran yê Îranê jina bi navê Jîna Mahsa Emînî bi sedema ku porê wê ji derve bûye ji aliyê “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Li gel qetilkirina Emîniyê li gelek bajarên Rojhilata Kurdistanê gel daket qadan û rejîmê û pêkanînên wê şermezar kir. Li heremê çalakî gav bi gav berbelav dibin.    Her wiha li gor daneyên Dezgeha Mafê Mirovan Hengawê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 221 kes birîndar bûne û zêdetirî 250 welatiyên kurd jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin. Rojnameger Pune Aştiyanî ku geşedanên li heremê ji nêz ve dişopîne der barê geşedanên li heremê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'MÊR CARA EWIL E DAXILÎ ÇALAKIYEKE JINAN DIBIN'   Rojnameger Pune Aştiyanî diyar kir ku ji ber ku Mahsa Emînî kurd bû, qetilkirina wê hêrsa civakê zêdetir rakiriye û wiha axivî: "Li hemberî êrîşeke bi vî rengî ya li hemberî jinan, cara yekem e ku mêr bertekeke wiha nîşan didin. Di heman demê de gelek aliyên cuda jî piştgiriya xwe daxuyandin. Helbet di vî warî de nasnameya Mahsa Eminiyê roleke cidî dilîze. Mahsa Emînî jineke ciwan a kurd bû. Bi malbata xwe re ji bo dîtina xaltîka xwe diçe Tehranê. Aliyên navîn li Tehranê bi gelemperî metroyê zêde bi kar naynin. Zêdetir aliyên xizan metroyê bi kar tînin. Bêguman, ne tenê çîna jêrîn, çîna navîn jî bikar tîne. Li Tehranê bi  gelemperî mirov bi teksiyan diçin û tên. Bajarekî pir mezin û qelebalix e. Ji Bobaşîn heta Obaşînê 2 saetan wext dixwe. Ji ber vê yekê divê mirov bi teksiyê biçe. Divê em li ser kesê ku li metroyê siwar dibe bifikirin. Bi gelemperî, çîna jêrîn bi metroyê diçin. Pêwîst e ku di serî de civaka Tehranê were naskirin. Herêma bakurê Tehranê herêma dewlemendan e, herêma başûr herêma feqîran e. Çîna navîn jî li naverastê digere. Niha cihê ku Mahsa Eminî lê hatiye binçavkirin, yek ji cihên Tehranê yê navendî ye. Li Tehranê polîs li ber rawestgehên metroyan disekinin. Mahsa Eminî ji metroyê dadikeve û li ber xwe polîsan dibîne. Wisa difikire ku ji wê re xefikek danîne. Û paşê jî wê binçav dikin. Cil û bergên ku li xwe kirine jî normal in. Ji polîsên exlaqî re talîmata 'Hûn ê rojê 50 kesî ji min re bînin û hûn ê kotayê tije bikin' hatiye kirin. Û ew polîsên exlaqê jî ji bo ku vê talîmatê bi cih bînin kî bibînin bêhemdî digrin. Mahsa Eminî bi birayê wê re dibin. Birayê wê jî ji polîsan hêvî dike û dibêje, 'Em li vî bajarî xerîb in, me negirin, me tiştên wiha nedîtiye, em nizanin.' Lê tevî vê yekê Mahsa Emînî tê binçavkirin."    Aştiyanî destnîşan kir ku ev bûyera bandoreke gelekî mezin li civakê kiriye û ev tişt anî ziman: "Li Tehranê jineke biyanî bû û hatibû serdanê. Kurdbûna wê jî gelek bandor li civakê kir. Ji ber ku kurd her tim tên kuştin. Her roj dema em televîzyonê vedikin, em dibihîsin û dibînin ku kolberekî kurd hatiye kuştin. Kolber zivistanan ji ber hewaya sar ya li ser sînoran dicemidin û dimirin. Di havînê de jî bi guleyan tên kuştin. Kurdbûna Mahsa Emîniyê jî bandor kir. Ji ber ku ew hem jin bû hem jî kurd bû, ev xwepêşandan û çalakî dest pê kirin."   'JI WÊ ROJÊ HETA NIHA KES NEÇÛYE MALA XWE'   Aştiyanî diyar kir ku di dîrokê de cara yekemîn e ku mêr piştgiriyê didin çalakiyên jinan û wiha domand: “Ji ber vê yekê jin her tim li ber xwe didin. Jinên li Îranê li dijî vê rejîmê serhildaneke mafdar dikin. Jinên Îranî yên li Ewropayê li hemberî vê rejîmê bihêrstir in. Ji ber ku ew dikarin hêsantir bertek nîşan bidin. Kesên ku li vir protestoyê dikin demildest tên binçavkirin û piştre tên girtin. Tiştekî ku nehatibe serê jinên li vir têdikoşin nemaye. Heta îro mêran piştgirî nedaye tu çalakiyeke jinan. Bifikirin, li Îranê temaşekirina maça gogê jî ji bo jinan qedexe ye. Lê FBI'yê ji Îranê re got 'Eger hûn nehêlin jin li lîstika gogê temaşe bikin, em ê destûra betal bikin.' Li gel vê 500 kursî ji bo jinan li qada futbolê ya Azadî ya Tehranê hatine veqetandin. Û wan destûr da jinan û jin dikarin temaşe bikin. Lê di têketinê de jin dîsa rastî tundiya polîsên exlaqê tên. Jinên femînîst gelek caran bang li mêran kirin û gotin, 'Heke hûn dernekevin qadan û nelîzin wê rejîm nêçar bimîne ku paş de gav bavêje.' Lê ev gotin tu carî pêk nehat. Piştî bûyera Mahsa Emîniyê cara yekem e ku mêr piştgirîya jinan dikin. Ev jî li ser awayê kuştina wê ye."    'LI HEREMÊN KURDAN XWEPEŞANDAN ZÊDE DIBIN'   Rojnameger Aştiyanî da zanîn ku li heremê xwepêşandan belav dibin û ev tişt gotin: “Niha li gelek deverên welêt serhildan çêbûye. Di salên derbasbûyî de li Xozestan a li herêma başûrê Îranê gel rabûn ser pêyan. Di vê serhildanê de gelek kes hatin kuştin. Bertekên li dijî wê hebûn, lê ne zêde bûn. Ew çalakî zêde belav nebû. Lê gelek sedemên nezêdabûna wê hene. Mînak bi zilmê re rû bi rû dimîne, radibe, îtîraz dike, lê li bajarên din belav nabe. Lê bi qetilkirina Mahsa Emîniyê li gelek bajaran çalakî dest pê kirin. Bi taybetî jî li herêmên kurdan piştî vê bûyerê tu kes neçû malên xwe û ji wê demê ve kurd li kolanan in. Gelek nûçe hene ku dibêjin bi dehan çalakvan hatine kuştin.Yên neyên kuştin jî tên girtin û îşkence li wan tê kirin. Li heremên Tehran û Kurdistanê çalakvanên jin ên kurd hatin binçavkirin. Li hemû bajaran roj û saeta xwepêşandan û çalakiyan hatiye diyarkirin. Mirov bi vî awayî beşdarî van çalakiyan dibe. Li Tebrîzê bang hat kirin, lê li wir zêde tevlîbûn çênebû. Li wir dijminatiya kurdan heye. Loma  piştgirîya kurdan nakin. Lê ji xeynî vê li seranserê Îranê xwepêşandan hene û didomin."    'WÊ BIBÊJIN NEXWEŞ BÛ Û MIR'   Pune Aştiyanî bi lêv kir ku ji ber siyaseta rejîma Îranê ya li hemberî kurdan her tim kurd tune tên hesibandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di rewşên wiha de dewlet ji qetilkirina gel natirse. Ger hikûmet xwe bigihîne noqteyeke girîng û stratejîk wê teqez bixin. Li Îranê her çend salan carekî xwepêşandanên wiha çêdibûn. Û ev çalakî çend rojan berdewam dikirin û paşê jî gel vedigerîya jiyana xwe ya berê. Lê ev serhildanên gel ne çend salan carekê, mehê carekê çêdibin. 2 hefte berê qetilkirina Şelerîn hebû. Aşkere bû ku Şeler întîhar nekiriye, tecawizkarê wê ew ji pencereyê de avêtiye erdê. Ew jî jineke kurd bû. Kuştina jineke din a kurd a bi vî rengî bandor li civakê kir. Ji ber ku jinên kurd bindest in. Bi rastî jî li Îranê kurd yekî din, yê  din e. Çima? Ji ber ku hem kurd e, hem jî sunnî ye. Kurd li Îranê di bin zextan de ne. Hem ji aliyê hikûmetê ve hem jî ji aliyê civakên vir ve tune tên hesibandin. Ji ber vê yekê civak ji vê bûyera dawî bandor bû. Çalakiyên berê hefteyekê berdewam dikirin û gel vedigerî mala xwe. Lê niha hêza tu kesî tune ku vê çalakiya mezin a dawî rawestîne. Hikûmet bi qasî ku ji destê wê tê doza tundiyê zêde dike. Çi windakirina hikûmetê heye? Ji bo ku xwe di desthilatdariyê de bihêle hemû amûrên di destê xwe de bi kar tîne. Çek û tundî tenê di destê wan de ne. Berê jî li Îranê gelek bûyerên bi vî rengî qewimîbûn. Di her çalakiya ku dihat kirin de ji aliyê hikûmetê ve soz dihatin dayîn, lê ev soz qet pêk nehatin. Yên ku tundî li ser jinan kirine û ew qetil kirine her tim bêceza mane. Û ew bûne karmend an jî rêveberên hikûmetê. Di rewşên wiha de tu kes nayê cezakirin. Dê di vê bûyera dawî de jî bibêjin 'Nexweş bû û ji cihekî ket û jiyana xwe ji dest da.' Jixwe ji bo wê jî bi propagandayê zemînê amade dikin."   MA / Zeynep Dûrgût