Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye 2022-09-22 12:43:21   RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 563’yemîn de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne wiha got: “Rêya xwe gihandina edaletê, piştevanî, yekitî û hevgirtin e.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 563’yemîn de berdewam dike. Ji ber dayika Emîne Şenyaşar nexweş bû nekarî bê cihê nobetê. Lawê wê Ferît Şenyaşar li qada ku weke “quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar tê zanîn” dest bi nobetê kir.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li dijî hişmendiya kesê zilmê dike ji me ye, rêya xwe gihandina edaletê, piştevanî, yekitî û hevgirtin e. Li ber deriye qesrê têkoşîna me ya edaletê di roja 563’yemîn de ye…”