Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê 2022-09-22 13:58:49   RIHA - Di beşa Çemê Firatê ya li navçeya Berecûkê ji ber gilêşê zêde xelkê navçeyê nikare xwe nêzî çem bike. Ji ber gilêşê di çem de, bêhneke nexweş li derdorê belav dibe û tevî hemû bangawaziyên ji bo paqijkirina çem jî heta niha saziyên têkildarî tu bersiv nedane.    Çemê Firatê li naverasta navçeya Berecûk a Rihayê derbas dibe û navçeyê dike du parçe. Li rexekî gelek gilêş di çem de heye û li rexa din jî ji ber ku ava kanalîzasyonê jî dikeve nav, bêhneke xerab li derdorê belav dibe. Ji bo paqijkirina çem ku ji bo tenduristiya zindiyan xeteryeke mezin e, tu hewldan nayên kirin. Şêniyên bajar ji bo paqijkirina çem gelek caran daxwazname dan saziyên têkildar lê belê ev daxwaznameyên wan her carê bêbersiv tên hiştin. Keya û welatiyên taxên navçeyê ji bo paqijkirina çem gelek caran daxwazname dan Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê. Li gel ku her carê dibêjin “Dê pirsgirêk di demekî herî nêz de bê çareserkirin” jî, heta niha tu paqijî nehatine kirin. Welatiyan da zanîn ku ji ber qirêjiya çem nikarin xwe nêz bikin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî jî bang li rayedaran kirin ku di zûtirin demê de çemê wan paqij bikin.