OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir 2022-09-22 14:21:27   ÎZMÎR - Endamên OHD’ê diyar kirin ku girtiyên nexweş ji ber binpêkirinên mafan ên her ku diçe zêde dibin jiyana xwe ji dest didin û li dijî rewşa heyî bang li hemû rêxistinên hiqûq û mafê mirovan kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber deriyê Edliyeya Îzmîrê ya li navçeya Bayrakliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” berz kirin. Endamên Meclisa HDP’ê, ÎHD’ê, malbatên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edaletê didomînin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Metna daxuyaniyê Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa OHD’a Îzmîrê Halîl Coşkûn xwend.    Coşkûn, destnîşan kir ku mirinên biguman ên di girtîgehên Tirkiyeyê de çêdibin şopeke reş li dîrokê hiştiye û wiha got: “Girtîgehên Tirkiyeyê bûne cihên îşkenceyê ku her cure pêkanînên dijmirovahî û xirab, bi taybet binpêkirinên mafê jiyanê lê pêk tên. Ji binpêkirina mafê jiyanê heta îşkenceyê, ji xwegihandina tenduristiyê heta pêkanînên otorîter, girtî bi binpêkirinên giran û cidî re rû bi rû ne. Li gel banga Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ya “Tirkiye girtiyên nexweş dixe nava rîskeke mezin” di her pakêteke nû ya darazê de girtiyên siyasî jê tên derxistin.”   ‘DERS JÊ NEGIRTIN’   Coşkûn, da zanîn ku Wezareta Dadê ji mirinên li girtîgehan ders negirtiye û wiha berdewam kir: “Ji ber tecrîd û pêkanînên keyfî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê girtî ji 29’ê tebaxê ve di çalakiya bêdem û bêdorveger de ne. Gelek girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine girtiyên nexweş in. Lê ji me re ragihandin ku ji ber şertên girtîgehê yên nebaş neçar mane serî li vê rêyê bidin. Şûna ku li girtîgehan şertan baş bikin, berovajiyê wê bi pêkanînan zehmettir dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev yek bi taybetî ji bo girtiyên nexweş gefeke cidî ye. Tevî serlêdanên taloqkirina înfazê, daxuyaniyan û rojeva rayagiştî di kesayeta Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de girtiyên nexweş ên giran nayên berdan û gef li mafê wan ê jiyanê tê xwarin.”   BANGA ‘BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’   Coşkûn, bi lêv kir ku beriya zêdetir mirin çênebin divê desthilat û rayedar bergiriyên pêwîst bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em li ser bingeha maf û azadiyên bingehîn nêzî pirsgirêkan bibin û daxwazên girtiyan di vî warî de binirxînin û çareser bikin, em bang li Wezareta Edaletê, hiqûqa neteweyî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan dikin ku bi vî rengî bikevin nava liv û tevgerê.”