Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin 2022-09-22 14:51:33   AMED - Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd têkildarî çalakiyên rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ku ew serhildana jinan û gelê Rojhilat silav dikin.    Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşger Demokrat a Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) pêk tê û Platforma Jinên Kurd têkildarî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî û çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên lidarxistin, li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat daxuyaniyeke hevpar dan.    Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Li kîjan deverê dibe bila bibe, rejîmên faşîst û dîktator ji ewil jinan qetil dikin. Ev qetil kirin tevek jî polîtîk in. Hişmendiya mêr-dewletê ya li dijî jinan li Kurdistanê hîn bêhtir xwe dide der. Ji ber ku bi daxwaza azadiyê radibin, rejîmên faşîst û dîktator wan bi zanebûn hedef digire. Hem bûyera Mahsa Amînî û hem jî bûyera jina ermen ku ji hêla leşkerên Azerbaycanê ve hat qetilkirin, nîşan dide bê ka pergala dewletê çawa êrişî jinan dike. Em, van êrişan şermezar dikin. Em hêrsa ku li dijî vê faşîzmê veguherî serhildanê jî silav dikin. Em ê tu carî li hemberî pergala mêr serî netewînin. Çi dibe bila bibe em ê li her devera cîhanê azadiya xwe birêxistin bikin û bersiva xwe bi xweparastinê bidin.”   ‘EM HOVÎTIYA ÎRANÊ ŞERMEZAR DIKIN’   Piştî axaftina Aydenîz, daxuyaniya hevpar hat xwendin. Daxuyaniya hevpar wiha ye:    “Jina kurd Mahsa Amînî li Tehranê hat binçavkirin û ji hêla ‘polîsên exlaqê’ ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Em weke Xebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd, vê hovîtiyê şermezar dikin. Em rejîma Îranê ya ku êrişî protesto û berxwedana demokratîk dike jî şermezar dikin. Em ji êrişa li dijî vîna jinan re dibêjin; ‘Na.’ Em berxwedana gelê kurd û gelên faris, azerî, belûcî û yên din ku bi pêşengtiya jinan dest pê kir û veguherî serhildanê silav dikin.    EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN VÊ SERHILDANÊ   Li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê çav û guhê gelê me li berxwedana rojhilatê Kurdistanê ye û dilê me bi gelê me yê Rojhilat re lê dide. Ligel êrişên giran ên rejîma ‘polîsên exlaqê’ jî têkoşîna azadiyê ya jinan coş û kelecaneke mezin diafirîne. Ev berxwedana ku li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr ên ku vîna jinê nas nake pêk tê, di heman demê de bandoreke girîng li têkoşîna azadiya neteweyî jî dike. Ev serhildan di heman demê de pêngaveke rizgariya neteweyî ye ku jin li dijî rejîma nîjadperest a Îranê bi awayekî çalak cih digirin. Weke Xebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd, em piştgiriyê didin vê serhildanê û bang li hemû hêzên neteweyî yên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin vê serhildanê. Bêdengiya li hemberî van êrîşan dê bibe sedema kuştina zêdetir jin û şervanên azadiya neteweyî û dê rejîma Îranê teşwîq bike ku êrişên xwe bidomîne.   BANG LI CÎHANÊ KIRIN   Çalakiyên ku bi qetilkirina Mahsa Emînî dest pê kir, di demekî kurt de li gelek bajarên Îranê yên wek Tehran, Kereç, Tebrîz, Reşt û Îsfehanê belav bûn û berxwedan didome. Berxwedana gelên Îranê ya ku li dijî polîtîkayên dijminatiya jin, gelê kurd û demokrasiyê pêk tên, girîng e. Ev berxwedana hevpar dê hem ji bo pêşxistina demokrasiyê ya li Tehranê hem jî ji bo nefesdayîna gelê Kurdistanê bibe xwedî encam. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna hevpar a li ser armanca azadiya Kurdistanê û demokrasiya Îranê pêk tê, dê di her du qadan de rê li ber destkeftiyên mayînde veke. Wer in em piştgiriyê bidin têkoşîna hevpar a dînamîkên azadî û demokrasiyê yên neteweyî û em ji rejîma ‘polîsên exlaqê’ ya Îranê re bibêjin ‘raweste.’ Em bang li saziyên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê dikin ku ji ber zagon û siyasetên wê yên nîjadperest, zayendperest, ‘exlaqgirî’ ku dijminatiya jinan û gelan dike, li dijî rejîma Îranê sepandina cezayan pêk bîne û em bang li gelên cîhanê dikin ku li dijî zextên rejîma Îranê yên li ser jin, gelê kurd û gelan helwestê nîşan bidin.”