Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin 2022-09-22 15:09:46   ÎZMÎR - Di Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin de, hate destnîşankirin ku ji miriyên kurdan jî ditirsin û hate diyar kirin ku dê di demekî nêzîk de ev roj jî derbas bibin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan û sepanên tecrîdê yên li ser girtîgehan bên bidawîkirin li Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 116’an de li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir. Malbatên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bide girtîgehan” li xwe kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Menemenê û endama Meclisa HDP’ê Hacay Yilmaz jî piştgirî dan çalakiyê.   ‘DÊ EV ROJ JÎ DERBAS BIBIN’   Yek ji malbata girtiyan Medîne Kaymaz a di nobetê de axivî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet nemaye. Kaymaz, bal kişand binpêkirinên mafan ê li welat zêde dibin û pirsa “Ev wijdaneke çawa ye, mirovahî û edaleteke çawa ye?” kir. Kaymaz, diyar kir ku ne tenê ji bo kurdan ji bo herkese edaletê dixwazin û wiha got: “Mafê me hemûyan yê jiyanê heye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştî xwest 24 sal in di girtîgehê de ye. Deriyan vekin, tecrîdê rakin, bila ev zilm xelas bibe. Heke bi kurdan re aştiyê nekin, aştî nayê Tirkiyeyê. Hûn nikarin kurdan biqedînin. Mifteya aştiyê di destê me de ye.”   Kaymaz, destnîşan kir ku ji miriyên kurdan jî ditirsin û wiha axivî: “Hestiyên zarokên wan di kîsekî de dan dê û bavê wan. Êrişî goristanan dikin. Lê di demekî nêz de dê ev roj derbas bibin.”