Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan 2022-09-23 11:43:38   NAVEANDA NÛÇEYAN - Bavê jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, Emcet Amînî da zanîn ku rapora otopsiyê û dîmenên kamerayan ên keça wî ji wan re nehatine dayîn û got ku cenazeyê keça wî nîşanî malbatê nedane.    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî, li Tehranê bi hinceta ‘pora wê xuya dike’ ji hêla “polîsên exlaqê” ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bavê Amînî, Emcet Amînî têkildarî mijarê bi BBC Turkçe’yê re axivî. Bav Amînî bal kişand ser daxuyaniyên rayedaran ên derheqê keça wî de û wiha got: “Gotinên wan derew in. Rapora otopsiyê ya keça min nedan. Beriya niha jî tu pirsgirêkên wê yên tenduristiyê nebûn. Şahidên bûyerê dan zanîn ku di bin çavdêriya polîsan de li keça min hatiye xistin.”    Di berdewamê de bav Amînî destnîşan kir ku kurê wî Kîaraş ê 17 salî di dema binçavkirinê de li cem xwîşka xwe bû û wiha qala bûyerê kir: “Kurê min got ku li xwîşka wî hatiye xistin. Kurê min li gel xwîşka xwe bû. Hinek şahidên bûyerê ji kurê min re gotin ku xwîşka wî di mînîbûsa polîsan û li qereqolê hatiye derbkirin. Ji bo ku keça min neyê binçavkirin, kurê min gelek hêvî ji wan kirin lê li wî ji xistin û cilên wî peritandin. Min xwest ku dîmenên kamerayên li ser hêzên ewlekariyê nîşanî min bidin lê belê gotin ku pîlê kamerayana xelas bûye.”    RAPORA OTOPSIYÊ NEDAN   Bav Amînî, îdiaya rayedarên îranî ku digotin ‘cil û bergên ne li gorî qaîdeyan li xwe kirine’ red kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Keça min her tim pardosuyeke dirêj li xwe dikir. Her wiha xebatkarên tenduristiyê nehiştin ku ez cenazeyê keça xwe bibînim. Min xwest keça xwe bibînim lê nehiştin ez bikevim hundir. Dema min xwest rapora otopsiyê bibînim jî bijîşk ji min re got; ‘ez çi bixwazim dê wê binivîsim. Ev yek te eleqedar nake.’”   PIŞTÎ KU CENAZE HATIYE KEFENKIRIN NÎŞAN DAN   Di berdewamê de bav Amînî diyar kir ku têkildarî otopsiyê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin û wiha derbirî: “Piştî ku cenazeyê keça min hatî kefenkirin, min karî bibînim. Ji bo teşhîsê tenê rû û piyên wê nîşanî min dan. Li ser lingên wê şopên birînan hebûn. Min ji bijîşkan xwest ku li piyên keça min binêrin. Ji min re gotin dê lê binêrin bê ka ev birîn çawa çêbûne. Lê qet li min venegeriyan. Ez jinedîtî ve hatim û niha jî derewan dikin.”    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Midûrê Giştî yê Saziya Tipa Edlî ya Tehranê Mehdî Faruzeş di daxuyaniya berê de gotibû; “Di ser û rûyê wê de şopên birînan nînin. Li rex çavên wê û di kiloxê wê de tu dever nederizîne.” Her wiha midûrê rejîmê îdia kir ku Amînî di 8 saliya xwe de emeliyata mejî derbas kiriye.    Di heman demê de rayedaran jî îdia kirin ku tu nîşaneyên birîneke ji navê nînin.    'TU NEXWEŞIYEKE WÊ NEBÛ’   Bav Amînî, îdiayên ku keça wî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye red kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derewan dikin. Di 22 salên emrê xwe de ji bilî çend carên ku xwe cemidandibû, tu carî neçû nexweşxaneyê. Tu nexweşiyên wê nebûn û tu carî emeliyat nebûye. Dê di hefteya pêş de deset bi xwendina zanîngehê bikira. Geşta Tehranê jî betlaneya wê ya beriya destpêkirina zanîngehê bû. Dixwest mîkrobiyolojiyê bixwîne. Dixwest bibe bijîşk. Lê ev xeyala wê dê tu caran pêk neyê. Dayika wê gelek nexweş e. Em tevek gelek beriya wê dikin. Duh dê biketa 23 saliya xwe.”