Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin 2022-09-23 12:01:33   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re 564 roj in bênavber Nobeta Edaletê digire wiha got: “Tevî ku hemû cîhan dizane jî dayik mafdar e li ser dozê destekî siyasî heye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 564’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê ji malên xwe derketin û hatin ber Edliyeya Rihayê.    Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re bênavber nobetê digire, diyar kir ku Nobeta Edaletê di bin “zilmê” de berdewam dike. Şenyaşar, anî ziman ku daxwazên dayikê daxwazên mafdar in û wiha got: “Qêrîna dayikê cîhanê bihîst lê ji ber gaveke hiqûqî nehat avêtin zilm bi destê darazê didome. Em dixwazin ev edalet demildest pêk were. Têkoşîna dayikê bû mijara belgefîlman, bû pirtûk, niha jî laçikeke dayikê di ‘Pêşengeha Qirkirina Siyasî’ de ku li Amerîkayê hatiye vekirin tê pêşandan. Tevî ku hemû cîhan dizane jî dayik mafdar e li ser dozê destekî siyasî heye. Em dixwazin ev destê siyasî demildest bê rakirin ku dozger bikarin tişta pêwîst bikin.”