Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan 2022-09-23 13:46:54   AMED - Li gel ku cenazeyên 3 endamên YJA Starê ku li çoltarê navçeya Pîranê jiyana xwe ji dest dabûn hatine teşhîskirin jî nadin malbatên wan.     Artêşa tirk di 19’ê îlonê de çoltarê navçeya Pîran a Amedê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de endamên YJA Starê Aliye Kiye, Hacer Sucîn û Hatîce Ay jiyana xwe ji dest dan. Li gel ku cenazeyên endamên YJA Starê hatine teşhîskirin jî, dewlet cenazeyan nade malbatên wan. Piştî ku malbatan hay jê çêbû ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, hatin Amedê. Ji bo teşhîskirina cenazeyan di 21’ê îlonê de serî li Dozgeriya Amedê dan. Piştre jî çûn Saziya Tipa Edlî (ATK) û mînaka xwînê dan. Di heman demê de malbatan zarokên xwe teşhîs kirin.    DOZGERÎ: EZ CENAZEYAN NADIM   Tevî ku testên DNA’yê hev girtine jî dozger dibêje ku dê cenazeyan nede. Malbata Hatîce Ay diyar kir ku şopa tiliyê ya xizmên wan hene û xwestin ku bêyî xwe li benda encama DNA’yê  bigirin cenazeyê wan bê dayîn. Li ser vê yekê jî dozger got; “ez nadim.”