Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da 2022-09-23 17:38:29   AMED - Jina ku li Kolana Ekîncîler a Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê otobêsa şaredariyê pê li wê kir, jiyana xwe ji dest da.    Qeza saet li dor 15.45'an qewimî. Jina extiyar gava ji otobêsê peya dibe kincên wê di nava her du deriyên otobêsê de dimîne. Wê kêliyê otobês bi rê dikeve û jina extiyar dikeve bin tekerê paş ê otobêsê. Piştî qezayê, welatiyên li derdorê demildest haya tenduristkaran û agirkujiyê pê dixin. Piştî mudaxileya ewil, jina navê wê nehat hînbûn radikin nexweşxaneyê.    Hat diyarkirin ku jina bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye.   Her wiha hat ragihandin ku ajokarê otobêsê di dema qezayê de tirsiyaye û ji cihê bûyerê çûye.