Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn 2022-09-23 22:46:19   STENBOL - 29'emîn Xelatên Rojnamevaniyê  yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi merasîmekê hatin dayîn.    29'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi merasîmekê hatin dayîn. Merasîma xelatdayînê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a li navçeya Şîşliyê hat lidarxistin.      Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn bûldan, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), DÎSK Basin-Îş, endamên Weqfa Aştiyê, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Dayikên Aştiyê, Remziye Erencî, dayika rojnamevan Mazlûm Erencî yê hat qetilkirin û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî merasîma xelatdayînê bûn.    Li hêwana xelatdayînê wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û rojnamevanên di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Nezahat û Mazlûm Akpolat merasîma xelatdayinê pêşkêş kirin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.    Piştî rêzgirtinê axaftina destpêkê hat kirin. Axaftin bi kurdî û tirkî hat kirin. Hat diyarkirin ku bi qetilkirina Apê Mûsa re armanc tepisandin gel bûye û wiha hat gotin: "Fikirîn ger çinarên gelê kurd bên qetilkirin dê ev gel deng ji xwe dernexe. Belê, Apê Mûsa li kuçeyekê hat qetilkirin û pênûsa wî di nava xwînê de ma. Lê peyrewên wî ew pênûs hilgirtin û hê jî pê rastiyê dinivîsin. Cengîz Altûnan, Gurbetelliyan, Ferhat Tepeyan, Denîz Firatan, Nûjiyan Erhanan, Metîn goktepeyan ew pênûs hilgirt û ji me re hiştin. Em careke din şehîdên çapemeniyê bibîr tînin."    Piştî axaftinan sînevîzyona der barê têkoşîna çapemeniya azad de hat nîşandan û paşê hunermend Feryal Oney derket ser dikê.    XELATDAYÎN   Akademîsyenên Aştiyê Elîf Ege û Onûr Hamzaoglû, Xelata Taybet a Juriyê ya Nûçeya Tirkî dan nûçegihanên MA'yê Semra Tûran û Tolga Guney. Xelata Taybet a Juriyê ya Nûç.eya Kurdî jî Medya Urenê, Xelata Jûriyê ya Wêneyan Eylem Akdagê, xelata di nûçegihandiya jinê ya Gurbetellî Ersozê de jî Safiye Alagaşê wergirt û Xelata Aştiyê jî Zeynep Çalihanê ji destê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldanê wergirt.