Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin! 2022-09-24 09:11:14   ÊLIH - Ji 4 kesên ku bi biryara 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hatibûn girtin kesek hat berdan û 3 kes jî ji ber îtiraza dozger nehatin berdan. Endamên heman dadgehê yên ji bo îtirazê hatin edliyeyê, vê carê ji bo her 4 kesan biryara girtinê dan.    Di 9'ê hezîrana 2017'an de êrişî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Bajaroka Bekirxanê a navçeya Hezo ya Êlihê hatibû kirin. Piştî êrişê leşkeran jî avêtibû ser gundê Sengoviyê. Di avaêtina ser gund de Menderes Ekîncî, Lazgîn Ekîncî, Necat Ekîncî û Maşûk Çelîk binçav kiribûn. Her 4 kes piştî 9 rojên di binçavan de hatibûn girtin. Di dozê de ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û ji bo "rêxistinê peydakirina çekan" li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hatibû vekirin, li her 4 kesan, serê merivekî, 18 sal ceza hatibû birîn. Piştî vê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê hatibû dayîn, lê îstinfaê îtiraz red kiribûn. Piştî vê parêzeran ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind dabûn. Dadgeha Bilind jî bi sedema "kêmbûna delîlan" cezayê li her 4 kesan hatibû birîn xera kiribû û ji dadgeha herêmî re şandibû.    BIRYARA BERDANÊ    Piştî biryara Dadgeha Bilind li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê cardin darizandin dest pê kiribû. Danişîn di 20'ê îlonê de hat lidarxistin. Dadgehê piştî 5 sal û 3 mehan derbarê her 4 kesan de biryara berdanê da û danişîn taloqî 3'yê çileya 2023'yan kir.    ÎTIRAZ KIR   Piştî biryar ket ser ÛYAP'ê, Menderes Ekîncî yê di Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê de hat berdan lê Lazgîn Ekîncî, Necat Ekîncî û Maşûk Çelîk ên di Girtîgeha Tîpa T a Qubînê ya Êlihê de nehatin berdan.    NÎVÊ ŞEVÊ HATIN EDLIYEYÊ   Lazgîn Ekîncî, Necat Ekîncî û Maşûk Çelîk nêzî 6 saetan li girtîgehê dîl hatin girtin û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi hinceta "dibe ku birevin" îtiraz kir ji bo berdana wan. Piştî vê endamên heman dadgehê bi şev hatin edliyeyê. Dadgehê ku îtiraza serdozgeriyê nirxand, vê carê bi îdiaya "dibe ku birevin" derbarê her 4 kesan de biryara girtinê da.    LI MALÊ HAT BINÇAVKIRIN   Menderes Ekîncî ku hat mala xwe ya li gundê Sengoviyê, di avêtina ser malê de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Di avêtina ser malê de leşkeran li ferdên malbatê jî xist. Ekîncî paşê sewqî Edliyeya Êlihê hat kirin û şev nîvê şevê ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê.    MA / Fethî Balaman