Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû 2022-09-24 09:11:46   ŞIRNEX - Girtiya nexweş Tenzîle Acar ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de girtiye bi rêya telefona ragihand ku amûrên wan ê paqijiye hatine desteserkirin û got:" Firaqên me yên paqijiyê desteserkirine û nexweşiya xurê belav bûye."    Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêde dibe. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî sereke bêpar tên hiştin rastî îşkenceyeke mezin tên. Girtiya nexweş Tenzîle Acar ku di sala 2017’an de li Stenbolê hatiye binçavkirin û niha di Girtîgeha Jinan Bakirkoyê de girtiye di çarçoveya hevdîtinê bi telefonê de, telefonî malbata xwe kiriye. Acar a ku nexweşiya hepatîtê pê re heye ragihand ku rêveberiya girtîgehê firaqên wan ê serşûştinê û amûrên wan ê paqijiyê bi hinceta "tiştên qedexe"desteser kirine. Acar diyar kir ku li gel desteserkirina amûrên wan ê paqijiyê gelek hevalên wan gurî (xur) bûne.     FIRAQÊN WAN HATINE DESTESERKIRIN   Dayika wê Acar Rismiye Acar (45), der barê agahiyan de ku keça wê ragihandin axivî. Acar got ku keça wê û hevalên wê ji her tiştî bêpar hatine hiştin û wiha axivî: "Keça min roja sêşemê li me geriya. Got, 'Li ser me êrişeke gelek mezin heye.' Got, li nava me nexweşiya guriyê peyda bûye. Amûrên wan ê paqijiyê ji wan standine û nikarin paqijiya xwe bikin. Ji ber vê jî nexweş dikevin. Wan nabin nexweşxaneyê û tedawî nakin. Ew firaqên paqijiyê ku ber çavê rêveberiya girtîgehê dikevine qawîşê ji wan distînin. Pirtûkek ji wan re biçe desteser dikin. Her roj ji girtîgehan cenazeyek tê. Em dixwazin ev êriş bi dawî bibin."   'NIKARIN SERÊ XWE BIŞON'   Acar anî ziman ku keça wê bang kiriye ku bi lezginî parezer bên girtîgehê û wiha got: "Gelekî tahde li wan kirine. Firaqên ku dikevin hundir ji ezmanan ve nayên. Li ber çavên wan diçin qawîşê. Ew didin wan, lê careke din diçin ji wan distînin. Ev neheqî ye. Ji bo nexweşî çêbibe wisa dikin. Dermanên wan nadin wan. Yê ku dikujin jî dikujin. Piştre jî dibêjin miriye. Dilê wan bi me naşewite. Laşê wan dixure nikarin serê xwe bişon. Bila dawî li van pêkanînên xwe bînin."