Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin 2022-09-24 10:05:16   WAN - Bahattîn Keve, bavê Bariş Keve ku bi awayekî biguman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ew yeqîn nake ku kurê wî xwe kuştibe û wiha got: "Bi awayekî organîzekirî hat kuştin."    Bariş Keve, di 18'ê îlonê de li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re derheqê Keve de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "alîkarîdayîna rêxistinê", "heqareta li serokkomar" û "propagandaya rêxistinê" gelek lêpirsîn hatin vekirin û doz hat vekirin. Keve di sala 2017'an de hat girtin û 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da. Bi biryarê re Keve 2 meh û nîvan di girtîgehê de ma û piştre bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştî ku cezayê wî ji hêla îstînafê ve hatî erêkirin, birin Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind biryar da ku hemû dozên Keve bikin yek doz û dîsa ji dadgeha herêmî re şand. Dema di hezîrana sala 2022'yan de dixwest biçe derveyî welat, li Edîrneyê hat binçavkirin û girtin. Keve ku piştî ji Edîrneyê sewqî Akçadagê hatibû kirin, 5 roj piştre jiyana xwe ji dest da. Rayedaran îdia kirin ku Keve xwe kuştiye. Her wiha rapora otopsiyê ya Keve jî nedane malbatê. Bira Îlkkan Keve ku di dema otopsiyê de li wir bû, ragihandibû ku li qirika birayê wî hin şop hebûne, lê stuyê wî neşikestî bû.    Bav Bahattîn Keve destnîşan kir ku ew yeqîn nake ku kurê wî xwe kuştibe.      ÇÎROKA KEVE   Bav Keve anî ziman ku kurê wî di sala 2013'an de di pêvajoya bi navê "çareseriyê" de, di nava xebatên partiya siyasî de cih girtiye û got ku piştî bidawîbûna pêvajoyê der barê kurê wî de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" doz hatiye vekirin û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ve 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê biriye. Bav Keve diyar kir ku ji bilî cezayê girtîgehê cezayê qedexeya derketina derve jî li kurê wî hatiye birîn. Bav Keve da zanîn ku gava kurê wî ji ber cezayê lê hatiye birîn hewl daye biçe derveyî welêt li sînorê Edîrneyê hatiye zevtkirin û wiha got: "Di dema pêvajoya çareseriyê de me xwest em tevkariyekê li vî karî bikin. Ji lew re me gelek êş kişandiye. Wekî her malbateke kurd, em jî bi darê zorê yê dewletê re rû bi rû man. Birayê min Sadûn Keve di sala 1996’an de hat qetilkirin. Ji wê rojê ve mala me bû hedefa dewletê. Em hê jî nizanin hestiyên wî li ku ne. Ez û zarokên xwe ji bo dawî li vê êşê bê em di pêvajoya çareseriyê de xebitîn. Lê piştî ku desthilatê dawî li pêvajoya çareseriyê anî, doz li kurê min Bariş Keve hatin vekirin.”   YEQÎN NAKIN KU XWE KUŞTIBE   Bav Keve bilêv kir ku kurê wî herî dawî bi telefonê bi hevjîna xwe re axiviye û gotiye rewşa wî baş e. Keve got: "Piştî ew anîn Meletiyê bi 5 rojan jiyana xwe ji dest da. Herî dawî di 16'ê îlonê de bi telefonê bi hevjîna xwe re axivî. Gotibû pereyê wî qediyaye û pêlavek xwestibû. Her wiha gotibû rewşa wî pir baş e. Tew bi ser de moralê hevjîna xwe xweş kiribû. Roja min pere şand, ji kantînê hin tişt kirîne."   Keve anî ziman ku ew yeqîn nake ku kurê wî xwe kuştibe û wiha got: "Dema kurê min got ez ê ji welêt biçim, ez qilqilîm. Lê piştî hat girtin qet nebe me dizanibû li ku ye. Ez wisa difikirîm ne di talûkeyê de ye. Lê piştî bûyerê dewletê ev tişt hînî me kir; neheqî û zilma dewletê li her derê ye. Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe. Kurê min 3 mehan di Girtîgeha Edîrneyê de ma. Çima xwe nekuşt, lê piştî wî anîne Meletiyê bi pênc rojan li hucreyê xwe kuştiye? Ez wisa difikirim ku kurê min bi awayekî organîzekirî û plankirî hatiye kuştin."    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ DIDOME'   Keve destnîşan kir ku polîtîkayên li hemberî kurdan tu carî neguherîne û got ku qetlîamên JÎTEM'ê yên di salên 1990'î de, îro ro li her derê belav bûne. Bav Keve wiha got: "Di salên 90'î de kurd li kolanan dihatin qetilkirin. Îro jî rewş ne pir cuda ye. Îro jî kurdan qetil dikin, lê taktîka xwe guhertine. Di bin navê qaşê hiqûqê de wan digrin û li girtîgehan dikujin. Em her roj vê yekê dibînin. Di girtîgehan de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane. Ev jî nîşan dide ku hiqûqa dijminatiyê ya li dijî kurdan hê jî didome."    Keve di dawiyê de destnîşan kir divê pêşî li ber mirinên biguman ên li girtîgehan bê girtin û wiha got: "Heya pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, bila kes li benda aştî û demokrasiyê nesekine. Êdî em naxwazin tu kes bimire."    MA / Hakan Yalçin