Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin 2022-09-24 10:38:49   ENQERE - Rojnameger Savash Porgham da zanîn ku çalakiyên li Îranê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî berfireh bûne û wiha got: “Qonaxeke girîng a psîkolojîk hat derbaskirin. Lê hêj zûye ku mirov qala guherîneke berfireh bike ku hemû welêt bigire nav xwe.”    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re bi pêşengtiya jinan di serî de li rojhilatê Kurdistanê, gelek bajarên Îranê çalakî dest pê kirin û ev çalakî roj bi roj berfirehtir dibin. Jin, li gelek bajaran derketin qadan, pora xwe jê kirin û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bertekên xwe nîşan dan. Rojnamegerê îranî Dr. Savash Porgham têkildarî çalakiyên bi pêşengtiya jinan tên kirin û sepanên “polîsên exlaqê” bi ajansa me re axivî.    Rojnameger Savash Porgham diyar kir ku ji ber qutkirina înternetê ji hêla rejîmê ve, nikarin zêde agahiyan ji qadê bigirin û wiha got: “Hem înterneta mobîl û hem jî yên malê hatine qutkirin. Jixwe yekemîn rêbaza ku rejîmên destpot serî lê didin jî birîna înternetê ye. Lê belê di sedsala 21’emîn de nikarin bi qutkirina înternetê re encamekî bi dest bixin. Dibe ku bo demekî kin rê li ber kêmasiyan vekin. Em hêj jî bi çavkaniyên xwe re hevdîtinê dikin û agahiyên li kolanan piştrast dikin. Li kolanan berxwedan heye. Çalakî hêj li tevahiya Îranê belav nebûne lê belê li deverên ku çalakî çêdibin jî gelê Îranê bertekên xwe nîşan dide.”    ‘JI GELEK DEVERÊN ÎRANÊ AGAHIYÊN ÇALAKIYAN TÊN’   Bi domdarî Porgham anî ziman ku çalakî bi taybet jî li bajarên girêdayî eyaletên Tehran, Meşhed, Kum, Îsfehan, Ûrmiye, Tebrîz, Bandar Abbas û Kurdistanê belav bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji gelek deverên cuda yên Îranê jî agahiyên çalakiyan tên. Sepanên polîsên exlaqê piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an dest pê kir. Li kolanan ji ewil di bin navê komîteya şoreşê de hêzên paramîlîter ava kirin da ku kontrolê têxin bin destê xwe. Piştre jî bi destê Besîz û Mihafizên Şoreşê ev sepan domandin. Her wiha polîs jî di nava kar de bû. Lê belê di sala 2005’an de polîsên exlaqê anku Polîsên Emniyeta Exlaqê sazûman kirin. Di esasê xwe de xwestin di hemû qadên jiyana civakî de azadiya mirovan bisînor bikin, kontrol bikin. Êdî gihişt astekî wisa ku xwe têkilî cil û berg û pora jinan kirin. Êdî kesên li cem jinan jî dipirsiyan û kontrol dikirin.”    ‘PÊŞENGTIYA JINAN HEYE’   Di berdewamê de Porgham anî ziman ku jin bi tevgerên siyasî û aktîvîzmê re li dijî rejîmê têdikoşin û wiha pê de çû: “Li dijî ‘lixwekirina dersokê’ ya bi darê zorê, jinan li kolanan li ber xwe dan. Tevgera jinan a Îranê ev demekî dirêje çalak e. Serî li tevgerên aktîvîst ên pir girîng didin. Qedexe bû ku jin bikevin stadyûman. Lê jinan cil û bergên zilaman li xwe kirin û hewl dan bikevin stadyûman. Dîmenên xwe yên bêdersok li ser medyaya civakî parve kirin. Di her qadên jiyana civakî de dersokên xwe derxistin û têkoşîna xwe ya li dijî derdorên sivîl û fermî qeyd kirin û dîmenên xwe bi cîhanê re parve kirin. Her wiha di hemû çalakiyên li dijî xizanî, bêkarî, mamoste, bihabûna jiyanê û zemên sotemeniyê, jinan pêşengtî kirin.”    ÊDÎ BÛ NOQTEYA DAWÎ   Rojnameger Porgham bi lêv kir ku tevgera jinan a Îranê xwedî çandekî qewî ye û ev tişt anî ziman: “Li Îranê roj bi roj mezintir dibe. Êdî zilam jî tev li dibin û veguherî hêzeke xurt ê civakî. Ji vê hêlê ve serkêşên çalakiyên li Îranê, jin in. Ev demekî dirêj e li Îranê zext li jinan tê kirin. Ji kolanan heta kafe, restaurant, navendên kargehan û heta di trafîkê de jî qedexeye serê xwe vekin. Demekî şûnde ev zext êdî veguherin serhildanê. Tiştên bi serê Jîna Amînî hatin, bû noqteya dawî. Li gorî agahiyên berdest, di encama êrişên ser çalakiyan de gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin. Lê hewcehî bi piştrastkirina van agahiyan heye.”   JIN JI REJÎMÊ NATIRSIN   Porgham, destnîşan kir ku êdî qonaxeke girîng ê psîkolojîk hatiye derbaskirin û ev nirxandin kir: “Jin, êdî ji rejîma Îranê natirsin. Tevî her zext, girtin, sirgûn, cezayên hefsê û kuştinan jî jin di çalakiyên xwe de biisrar in û bibiryardarî didomînin. Bêguman ev rewş jî bi nîzama muesses û eyarên avaker ên rejîmê re dilîze. Ev yek jî li kolanan vediguhere tundiya li dijî gel. Tiştekî rast heye ku li Îranê derdorên cuda nabin yek. Gelek derdorên xwedî daxwazên cuda hene ku li Îranê her tim di nava pêvajoya raperînê de ne. Ji ber ku ev derdorên civakê nayên ba hev, bernameyeke hevpar û armancên hevpar diyar nakin, ev serhildan naveguherin serhildanên topyekûn ku welêt bihejînin. Niha jî heman rewş heye. Rast e têkoşîneke girîng heye lê hemû derdorên civakî yên Îranê piştgiriyê nadin. Ji ber vê jî rejîm bêhtir rehet van serhildanan ditepîsîne. Ji bo jinan destkeftiyeke girîng e ku dengê xwe dan bihîstin lê hêj zûye ku mirov bibêje dê veguhere qonaxeke din. Divê mirov bişopîne.”    JIHEVBELAVIYA MUXALEFETÊ   Porgham, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mezintirîn pirsgirêka muxalefetê, jihevbelavbûna wê ye. Jixwe muxalefeteke xurt jî nîne. Muxalefeta li derve jî ji hev parçe ye. Pêşengtiyeke birêxistinkirî ya siyasî û rêbertiyek li nava Îranê nehat kirin. Lewma serhildan û tevgerên gel nagihijin encamekê. Her tevgereke siyasî, saziyeke siyasî, saziyeke muxalîf an jî partî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Lê dema mijar dibe yekitî, tiştek li holê nîne.”   MA / Bêrîvan Altan