Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin 2022-09-24 12:19:17 RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne, pirsên têkildarî çalakiya wan tên kirin wiha bersivand: “Dilê dayikê naşibe tu tiştekî. Kesên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 565’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê çalakiya xwe li malbata xwe ya li Pirsûsê berdewam kir.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî tevî wêneyê Emîne Şenyaşar ê di dema çalakiya Nobeta Edaletê de ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin ev peyam parve kir: “ Tê pirsîn bê ka tevî her heqaret, bêdengî û gefan jî ev dayik vê ezma berxwedanê û hêzê ji ku digire?’ Tu tiştek naşibe dilê dayikan. Yên li hemberî vê hêzê disekinin, dê winda bikin. Daxwaza dayikê edalete û dê bi ser keve.”