Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt 2022-09-24 12:42:47   ŞIRNEX - Mamosteya zimanê inglîzî Berna Kargi Bulduklu ji hêla hevjînê xwe yê polîs ve hat kuştin.    Jina bi navê Berna Kargi Bulduklu ku li Dibistana Amadehî ya Recep Tayyîp Erdogan a Anadoluyê mamostetî dikir, ji hêla hevjînê xwe yê polîs ku hêj nû pê re zewicî bû, hat kuştin. Piştî bihîstina dengê çekan, cîranên Bulduklu agahî dan û komên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di destwerdana ewil a komên tenduristiyê de xuya bû ku mamoste Berna Kargi Bulduklu jiyana xwe ji dest daye.    Hat îdiakirin ku polîsê Bulduklu kuştî, întîhar kiriye lê belê derheqê mijarê de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.