Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê 2022-09-24 15:10:56   AMED - Xebatkarên Rojnameya Xwebûne bi daxuyaniyekê desteserkirina rojnameya xwe şermezar kirin. Xwediyê Îmtiyaza Rojnameya Xwebûne Kadrî Esen di daxuyaniyê de destnîşan kir ku desteserkirina rojnameyê bêtehamuliya zimanê kurdî ye û çi dibe bila bibe rojnamegeriya kurdî wê li Bakurê Kurdistanê bidomê.    Polîsan li otogara Amedê 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a rojnameya Xwebûnê desteser kiribûn û destûr nedabûn ku rojname ji Mersînê re bên şandin. Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê têkildarî mijarê li ber Otogara Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniye de Xebatkarên Rojnameya Xwebûne, Hevserokê Partiya Hêremên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altun, rêxistina DBP'a Amedê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Yenîşehir a Amedê, Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek rojnameger amade bûn. Beşdarvanan di daxuyaniyê de rojnameya Xwebûne hilgirtin.    Di daxuyaniyê de ewilî Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûne Kadrî Esen axivî. Esen, anî ziman ku rojnameya wan ji Otogara Amedê belavî tevahî Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dibe. Esen, bi bîr xist ku rojnameya wan di 17-18’e îlonê de ji aliye polîsan ve li Otogara Amedê hatibû destêser kirin û wiha got: “Destûr nehatibû dayin ku Rojnameya Xwebûne li Mersîne û bajarên din re bê şandin û her wiha gef li kesen ku rojnameya me ji xwe re dibin bajaran hatibû xwarin. Ji bo ku destesêr kirina rojnameya xwe şermezar bikin me xwest li vir daxuyaniyê bidin.”   ‘BÊ TEHAMULIYA KURDÎ YE!’   Esen, destnîşan kir ku bi salan e li Bakurê Kurdistanê zext û astengî li ser rojnamegerên kurd hene û wiha pê dê çû: “Ev yek bê tehamuliya hemberî zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî li vî welatî ji aliye dewletê ve nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê jî xebatên ku bi zimanê kurdî tên kirin ji aliye dewletê ve tên astengkirin. Daxwaza wan ew e ku xebatên ku bi rêya çapemeniye tên kirin bidin sekinandin û ew xebat li tevahî Bakurê Kurdistanê bên sekinandin. Rojnameya Xwebûne jî yek ji wan rojnameyane ku 3 sal in li Bakurê Kurdistanê weşana xwe bi kurdî didomîne û geşedanên ku li Kurdistanê û cihanê diqewimin bi kurdî ji raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê re radigihîne. Niha jî ji ber vê be tehamuliye zimanê kurdî, tê xwestin ku belavkirina rojnameya me ya ji Amedê ber bi bajarên din ve bê astengkirin. Bê tehamuliya li dijî kurdan û sazî û dezgehên kurdan sed sal in didome.”   ‘ROJNAMEGERIYA KURDÎ NADIN RAWESTANDIN’   Esen, diyar kir ku heke bêtehamûliya li dijî zimanê kurdî bêrakirin wê şerê li Kurdistanê diqewime jî bê rawestandin û ev tişt anîn ziman: “Lê ji ber ku li Kurdistanê şer tê meşandin, xebatên çapemeniyê jî di şert û mercên gelek zehmet de tê domandin. Lê şert û merc çi dibin bila bibin li Bakurê Kurdistanê rojnamegeriya kurdî wê neyê bidawîkirin û rawestandin.”   ‘XWEBÛN EM BI XWE NE’   Piştî Esen, Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn axivî. Altun jî bi lêv kir ku ji dîrokê heta niha ji bo kurdan çi xebat hatibe meşandin ji aliye dewletê vê hatiye qedexekirin û wiha got: “Ji bo kurd bi awayekî azad nejîn û asîmîle bibin ev polîtîka tên meşandin. Hem di dema Osmaniyan de hem jî di dema Komara Tirkiyeyê de gelek weşanên kurdan derketin lê hemû jî ji aliye dewletê ve hatin qedexekirin. Navê Xwebûne ji bo dewletê xetere ye, qedexekirina Rojnameya Xwebûne li Kurdistanê nayê qebûlkirin. Em desteserkirina Rojnameya Xwebûne şermezar dikin. Çi dibe bila bibe Çapameniya Azad wê di her şert û mercan de jî xebatên xwe bidomîne. Xwebûn em bi xwe ne, nikarin me qedexe bikin. Li hemberî vê em ê li ber xwe bidin.”   Piştî axaftinan, girseyê dirûşmeya, ‘Xwebûn hebûna me ye’ berz kirin. Daxuyanî bi belavkirina rojnameyan a li esnafên otogarê bi dawî bû.