Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir 2022-09-24 15:21:05   ŞIRNEX - Polîs Sînan Bûldûklû ku li navçeya Cizîrê hevjîna xwe ya mamoste qetil kir, xwe kuşt.   Polîs Sînan Bûldûklû ku li navçeya Cizîra Şirnexê hevjîna xwe Berna Kargi Bûldûklû ya li Lîseya Anadolû ya Recep Tayîp Erdogan mamostetiya ingilîzî dikir qetil kir, xwe kuşt. Hate hînbûn ku di bûyera duh bi şev qewimî de piştî polîs Sînan Bûldûklû Berna Kargi Bûldûklû ya nû pê re zewicî qetil kir, întîhar kir. Hate diyarkirin ku Bûldûklû yê bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê jî mirî ye.