Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin 2022-09-24 16:58:19   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 913’emîn de bertek nîşanî êrişa polîsan a li ber edliyeyê dan û wiha gotin: “Heta windakiriyên me yên dawî bên dîtin, heta failê dawî bê cezakirin em ê vê têkoşînê bidomînin.”   Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane ya hefteya 913'emîn de ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û bixwazin faîl bên aşkerakirin û bên darizandin li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de bertek nîşanî êrîşa polîsan a li ser daxuyaniya ku dihat xwestin beriya 5’emîn danişîna doza Dayikên Şemiyê ya di 21’ê Îlonê de li ber Edliyeya Stenbolê bê dayîn dan.  Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, parlamentera Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, parlamenterên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ên Stenbolê Sera Kadıgîl û Ahmet Şik, nûnerên Tora Piştevaniyê ya Mafên Mirovan, Komeleya Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqî (MLSA), Nûnera Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Stenbolê Umît Efe û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hate windakirin, Masîde Ocak daxuyanî da. Ocak a destnîşan kir ku mafê wan ê kombûna aştiyane û xwepêşandanê yê di çarçoveya makeqanûnî de hatiye astengkirin, diyar kir ku ew ji ber bikaranîna van mafan tên darizandin.   Ocak, diyar kir ku daxuyaniya xwestin beriya danişîna 21’ê îlonê li ber Edliyeya Stenbolê bidin hate astengkirin, rastî êrîşa polîsan hatine û wiha got: “Piştî ku biryara qedexeyê di kêliya dawî de ji bo kesên li wir beşdarî rûniştinê bûn hat ragihandin û daxuyaniya çapemeniyê ya ku wê beriya niha bê dayîn, em ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Xizmên windayan jî di nav de 16 parêzvanên mafan ku diviyabû tev li rûniştinê bibûna, Mirovên Şemiyê û parêzerên wan di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin.” Ocak, diyar kir ku di danişînê de jî bêhiqûqiyê dewam kir.   TÊKOŞÎN WÊ BIDOME   Ocak, diyar kir ku ji ber parêzer hatin binçavkirin nekarîn tev li danişînê bibin û wiha berdewam kir: “Weke ku em 27 sal in dibêjin heta ku windahiyên me yên dawî werin dîtin, heta ku failê dawî were cezakirin ev têkoşîn wê bidome. Çiqas sal derbas dibin bila bibin, berdêl çi dibe bila bibe em ê dev ji daxwaza edaletê ya windakiriyên xwe, bibîrxistina ku dewlet neçar e di normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere û Galatasaray jî cihê hevdîtina me, bi windahiyên me yên ev 213 hefte ne li me hatiye qedexekirin e bernedin.”    ‘FERMANÊN BÊ QANÛN BI CIH NEÎNIN’   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku li Tirkiyeyê hêzên ewlekariyê di bin rêveberiya otoriter de zêdetir sûc dikin û wiha got: “Ez careke din hêzên ewlekariyê hişyar dikim. Van fermanên bêqanûn bi cih neînin. Baweriya xwe bi desthilat û Wezîrê Karên Hundir neînin, hûn hemû dê bên darizandin. Êdî parazvanên mafên mirovan û dayikên şemiyê rehet berdin. Ji vir tu sûc dernakevin.”   ‘SÛCDARAN NEPARÊZIN’   Xizma windakiriyan Îkbal Eren jî wiha got: “Hemû rayagiştî dizane em kî ne û çi dixwazin. Kesên sûcên mirovahiyê kirine neparêzin. Kesên vî sûcê mirovahiyê parastine hevkarê vî sûcî ne. Roja Çarşemê gotin em sûcên li dijî mirovahiyê yên hatine kirin mûameleya ku li me hatiye kirin diparêzin. Lê em jî ji wan re wiha dibêjin; Hûn wan biparêzin, em ê her tim vê bibêjin. Ev faşîzmeke vekirî ye. Heta ku ev welat ji vê tarîtiyê derkeve ronahiyê, heta ku aqûbeta zarokên me diyar bibe û heta Mehmet Agar û Suleyman Soylû li vî welatî bên darizandin wê têkoşîna me bidome.”   ‘BERPIRSYAR SOYLÛ YE’   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî diyar kir ku li welat hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Em dibînin ku polîs, jenderme û dewlet li dijî daxwaza herî biçûk a mafan disekinin. Em hemû sedema vê mûameleya bi taybetî li Dayikên Şemiyê hatiye kirin dizanin. Yekane sedema vê tundiyê ew e ku li aliyê faîlan cih digirin. Yekane berpirsyarê vê jî Suleyman Soylû bi xwe ye.”   DEWLETÊ LI DIJÎ DAYIKÊN ŞEMIYÊ ŞER ÎLAN KIR   Parlamentera TÎP’ê ya Stenbolê Seda Kadigîl jî anî ziman ku dewletê li dijî dayikan şer îlan kiriye û got: “Dewletê niha li dijî dayikên ku bi salan e li hestiyên zarokên xwe digerin şerekî pir giran daye destpêkirin. Ev mirov ji ber ku li mafê xwe digerin tên darizandin, rastî tundiyê tên, li şûna ku sûcdaran darizînin van mirovan darizînin. Heta ku em bersivê bidin van hêzên tarî wê lêgerîna me ya mafan bidome.”   ‘EM ŞAHIDÊ ÎŞKENCEYÊ NE’   Nûnerê Şaxa TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe ku qala êrişa ser Dayikên Şemiyê kir, diyar kir ku şahidê bêhiqûqiya hatiye kirinin, ev belgekirine û got: “Wê rojê bi awayekî zelal îşkence hebû û em şahid in. Em li gel Dayikên Şemiyê ne.”