Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin 2022-09-24 19:09:48   SÊRT - Hacer Sûcîn a YJA Starî ku li bejahiya Pîranê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin.    Hacay Sûcîn a YJA Starî ku di 20'ê Îlonê de li Çiyayê Gorsê yê navçeya Pîran a Amedê di êrişeke SÎHA'yan de jiyana xwe ji dest dabû, malbata wê îro cenazeyê wê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê wergirt û bir bajarê wê Sêrtê. Cenazeyê Sûcînê li Goristana Şêx Mûsa ya li Taxa Doganê ya Sêrtê hat veşartin. Polîsan ji xeynî destûra ferdên malbatê nehişt kes tevlî merasîma cenaze bibe.