Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir 2022-09-24 19:13:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê bi hezaran kesî qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê bi berzkirina dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" şermezar kir.    Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe bi hezaran kesên li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn, qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ku li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve hatibû qetilkirin, şermezar kir. Di çalakiyê de dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin.