Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin 2022-09-25 09:13:25   AMED - Dayika Alî Karakûrt ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, Sakîne Karakûrt diyar kir ku gardiyanan gefa kuştinê li kurê wê xwarine.    Alî Karakûrt ê ku di sala 2015’an de li Amedê bi îdîaya tev li çalakiyên 6-8’ê Cotmehê bûye hat binçavkirin û girtin û ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve bi hinceta “yekparebûna dewletê û yekparebûna welat xera kiriye” 5 caran cezayê muebbetê yê girankirî lê hatiye birîn binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi nameyekê ji malbata xwe re ragihand. Karakûrt diyar kir ku tevî nexweşiya wî ya Hepatît B jî dermanên wî nehatine dayîn, nebirine nexweşxaneyê û li girtîgehê her tim ji aliyê leşkeran ve hatiye derbkirin û anî ziman ku eger tiştek bi serê wî were rêveberiya girtîgehê berpirsyar e.     ÇÛNA WÎ YA NEXWEŞXANEYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Nameya Karakûrt a li ser binpêkirina mafan a li girtîgehê bi vî rengî ye: “Ji ber nexweşiya xwe dixwazim biçim nexweşxaneyê û bêm dermankirin. Ji ber ku divê derman bikarbînim neçarim biçim nexweşxaneyê. Lê belê ji aliyê leşkeran ve çûyîna min a nexweşxaneyê tê astengkirin. Ez dixwazim ku hûn li ser vê bisekinin û serî li cihên pêwîst bidin. Ez her roj êşê dikêşim. Min li vê derê daxwaznameyek ji Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê re nivîsandiye, lê belê ne bawerim geşedanek çêbibe. Eger li girtîgehê têkildarî tenduristiya min ji bilî 'daxwaza' min tiştek bi serê min were, berpirsyar leşker in.”   ‘LINGÊN MIN ŞÎN KIRIN’   Karakûrt di 21’ê îlonê de jî bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan vegotin. Dayik Sakîne Karakûrt têkildarî axaftina bi lawê xwe re wiha got: “Got ku di bin zextan de ne, her tim li wan didin, heta ji ber lêdanê lingên wî şîn bûne. Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê zext zêde dibin.”   BANG LI RAYEDARAN KIR   Karakûrt a diyar kir ku herî dawî beriya 3 salan karîbû serdana kurê xwe bike, xwest kurê wê sewqî girtîgeheke li bajarekî nêz bê kirin û wiha bang kir: “Kurê min ragihand ku gardiyanan gefa ‘em ê we bikujin’ li wan xwariye. Di serî de Wezaretê Dadê bang li hemû rayedaran dikin: Dest ji van tiştên diqewimin berdin.”   MA / Mujdat Can